Dadgeha Îranê jina kurd bi 50 qamçî ceza kir 2017-12-10 17:30:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Giştî ya Seqizê jina kurd a bi navê Zemane Zêwe bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya referandûma li Herêma Kurdistanê bûye, bi lêdana 50 qamçiyan ceza kir.   Dadgeha Giştî ya Bajarê Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê di 30'ê Mijdarê de roja Pêncşemê bi sûcdariya ewlehî û aramiya giştî ya welat xera kiriye, biyara cezakirina jina kurd da. Dadgehkirina Zemane Zêwe di 26'ê Mijdarê de li Dadgeha Giştî ya Seqiz pêk hatibû, lê di 30'ê Mijdarê de dadgehê biryara xwe ya dawî eşkere kir.  Dadgehê bi hinceta 'xerakirina asayîşa giştî' cezayê lêdana 50 qamçiyan da jina kurd Zemane Zêwe. Divê Zemane Zêwe li benda biryara Şaxa Dadgeha Şoreş a Îranê ya Seqizê raweste. Tê payîn ku di rojên pêşiya me de dadgehkirina komek kesên din ên li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî çalakiyên piştgiriya referandûmê bûn, pêk were.   Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê gel bi çalakiyan piştgirî dan referandûma Herêma Kurdistanê, Wezareta Îtlaeta Îranê dest bi operasyona binçavkirinan kir û heya niha bi sedan kurd di bin çavan de ne.