Rûsya bi fermî ‘mafê xweparastinê’ ji bo jinê nas kir 2019-12-17 16:18:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementoya Rûsya qanûna ji bo parastina jinan erê kir. Li gorî qanûnê, ‘Eger jinek rastê êrîşa zayendî were, ji bo xweparastinê êrîşkar birîndar bike yan jî bikûje wê ceza negire.”   Di nava welatê cîhanê de Rûsya di serê welatên rêjeya şîdet, êrîşên zayendî û komkujî di asta jor deye tê. Ji ber vê sedemê qanûneke nû ya girîng a rewatî dide parastina jinê, hate pesend kirin. Qanûna nû li parlementoyê kete dengdanê û niha jî ketiye meriyetê. Di qanûnê de mafê xweparastinê ji bo jinan nas dike û di têde têgotin, “Eger jin rastê êrîşa zayendî were û ji bo xweperastinê kesê êrîşkar birîndar bike anjî bikûje, wê ceza negire.”   Li gorî amarên fermî, zilam li Rûsyayê salane 14 hezar jin, 2 hezar zarok qetil dikin. Amareke xwedispêre Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê jî radigihîne ku sedî 40’ê tawanan di nava malê de û sedî 93’yê tawanan jî li dijî jinê tên kirin.