Parêzerê Berfîn Ozek: Ceza li gorî çalakiyê bê dayîn 2019-11-29 16:04:36   HATAY - Parêzera Berfîn Ozek ku rastî êrîşa asîtê hatibû Mehtap Sert, têkildarî têkoşîna hiqûqî ya Ozek da daxuyanî da û ev tişt got: "Em daxwaz dikin ku ceza li gorî çalakiyê û wijdanê raya giştî bê dayîn."    Paltforma Jinan a Îskenderûnê, têkildarî têkoşîna hiqûqî ya Berfîn Ozek ku rastî êrîşa asîtê ya zilamekî hatibû, li Cemiyeta Rojnamegeran a Îskenderûnê civîneke agahdariyê li dar xist. Ozek bixwe, parêzerên wê û gelek jin tevlî civînê bûn. Di civînê de Parêzera Ozek Mehtap Sert, têkildarî têkoşîna hiqûqî ya Ozek axivî. Sert bi bîr xist ku daneşîna 3'emîn a Ozek di 26'ê Midjarê de li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îskenderûnê hatiye dîtin û ev tişt got: "Qeydên HTS'ê û nirxandinên dîmenên kamereya ji dosya dozê re hatine. Li gorî raporên pispor dema êrîşê êrîşkar li cihê bûyerê bûye. Dosya ji aliyê heyeta dadgehê ve rastî dozgeriyê hatiye kirin. Di mutalaayê de ji ber birîndariyê ceza ji bersûc re hatiye xwestin."    'TUNDIYA ZILAM LI HER DERÊ YE'   Sert destnîşan kir ku êrîşkar bi armanca kuştinê êrîşê Ozek kiriye û gotina dozfger a rast e rast devê wê hedef giritiye nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: "Li Tirkiyeyê her roj dema ku jineke dixwaza berdanê dike û dibêje na, dozger li şûna zilamê ku tundiyê li jinê dike, rengê jiyana jinê rexne dikin. Ev yek jî hê dide tundiyê. Tundiya zilam li her derê ye. Em weke pltaforma têkoşîna ku êrîşkar Ozek neyê xelatkirin didin. Em daxwaz dikin ku di daneşîna ku di 7'ê Çileya 2019'an de bê dîtin de ceza li gorî çalakiyê û wijdanê raya giştî bê dayîn. Em jin bi hêz in, em ê bi hev re serkevin. Em bang li hemû baro û saziyên jinan dikin ku li cem têkoşîna hiqûqî ya Ozem cih bigirin."   'BILA CEZAYÊ HERÎ GIRAN BIXWE'   Berfîn Ozek jî axaftinek kir û piştî ku êşên dikişîne bi bîr xist ev tişt anî ziman: "Ji edaletê bawer dikim û daxwaz dikim ku êrîşkar bi cezayê herî bilind bê cezakirin. Êrişkar poşman nebûye. Di daneşîna herî dawî de bi min keniya. Ji bo ku edalet ciHê xwe bibîne, bang li her beşên civakê û jinan dikim ku têkoşîna hevpar bidin. Em naxwazin kesek jî kêm bibin. Bila tundiya li ser jinê bi dawî bibe. Tundiya li ser jinê li her derî ye. Bila tundiya li ser jinê bi dawî bibe. Wê têkoşîna me ya vê derbarê dê bidome."