Malbata Şûle Çetê: Li hemberî şidetê em dengê xwe bilind bikin 2019-11-24 09:06:12   STENBOL - Malbata Şûle Çet, destnîşan kir ku bi piştevaniyê wê rê li ber şidet û komkujiyên jinan bê girtin û ji bo 25'ê Mijdarê bang kir.    Xwendekara zanîngehê Şûle Çet a 23 salî di 29'ê Gulana 2018'an de li Enqereyê, ji aliyê Çagatay Aksû û Berk Akand hatibû tecawikirin û paşê ji qata 20'an a plazayeke ve hatibû avêtin û kuştin. Malbata Çetê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê bang kir û got, bi piştevaniyê wê rê li ber şidet û komkujiyan bê girtin.    Bav Îsmaîl Çet, anî ziman ku zilamên sûcdar bi kêmkirina ceza tên xelatkirin û got, berî ku pergala hiqûqê bibe cihê birînên nû divê çi hewce be bike. Çet, destnîşan kir ku divê ceza neyên kêmkirin û got: "Bila hiqûq nebe cihê birînên nû. Bila keçên me yên din nemirin. Bang li zilaman dikim, destê xwe ji ser jinan bikişînin! Tenê hinekî empatî. Ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêkan hin kesa ye. Pirsgirêk a her kesî ye û divê bê çareserkirin."    Bav Çet, destnîşan kir ku loma 25'ê Mijdarê ji bo wan pir girîng e û got: "Dixwazim bêjim, em li cem jina ne. Divê her kes li cem wan be. Piştevaniya jina û têkoşîna wan pîroz dikim. Bila zanibin ez li cem wan im."    ‘ÇARESERKIRIN, YEKÎTÎ Û PIŞTEVANÎ'    Kek Şenol Çet jî bal kişand ser zêdebûna cinayetên jinan û got, ev cinayet piştî Şûle Çetê hîn jî didomin. Çet, got: "Cinayetên jinan pir zêde dibin. Beriya Şûleyê jî hebûn û piştî Şûleyê jî hene. Cinayetên jinan û îstismarkirina zarokan zêde dibin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, divê dewlet gavina bavêje. Divê rojek berî rojekê vê komkujiyê rawestîne. Em naxwazin bûyerên bi vî rengî biqewimin."    Çet, ji bo pêşîgirtina li şidet û cinayetan bal kişand ser yekîtî û piştevaniyê û got: "Em ê doza xwişka xwe Şûleyê bişopînin. Em ê tu carî dev jê bernedin. Ev doz ne doza xwişka min e, doza cîhanê hemû ye. Em malavayiya jinan dikin ku piştavniyê me dikin. Wê jin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan. Divê zanibin ez li cem wan im. Li hemberî şidetê dengê jinan bilind dibe."