'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’ 2019-11-23 12:03:20   EDENE - Pispora Karê Civakî Belgîn Işik, derbarê paketa nû ya darazê ya derbarê jin û zarokan bê sererastkirina de axivî û got: “Bi sînordarkirina nafakayê wê jinan hepsî malê bikin û tundiya li dijî jinan zêdetir bikin. Ev jî wê welat 30 salan paş bixe.”   Pispora Karê Civakî Belgîn Işik, derbarê paketa darazê ya 2’yemîn a di çarçoveya Belgeya Stratejîk a Reforma Darazê bê derxistin de axivî û bal kişand ser sînordarkirina nafakayê. Işik, diyar kir ku bi sînordarkirina nafakayê wê mafên jinan bên xespbikin û derbarê sûcdarên îstîsmarên zayendî de ceza bên kêmkirin.    Işik, anî ziman ku di paketa darazê ya 2’yemîn hewl didin ku mafê nafakê sînordar bikin û wiha got: “Di heman demê de wê jî îstîsmarkaran jî biçin sererastkirinekê efoyê. Ji sala 2016’an ve ji bo îstîsmarkarên zayendî efo derxistin di rojevê de ye. Lê ji ber têkoşîna jinan tim paşve hat xistin. Piştî sê salan mafê nafakê dîsan xistin rojevê. Di paketa darazê ya 2’yemîn ku AKP û MHP’ê wê pêşkêşî TBMM’ê bike de jî, gefeke mezin a zarokan bi tecawîzkarên wan re bidin zewicandin heye. Yanî ger zarok bi tecawîzkarê xwe bi zewice wê cezayê wî bê taloq kirin.    'DI DOZÊN HEVBERDANÊ DE JI SEDÎ 82 ÎDÎAYÊN TUNDIYÊ HENE’   Işik, bal kişand ser dozên hevberdan û nafakayê û wiha bilêv kir: “Di dozên hevberdan û nafakayê de ji sedî 82,9 îdîayên tundiyê hene. Li gorî madeyên 175 û 176 ên Qanûna Medenî, nafakaya xizantî û nafakaya ji bo zarokan dayîn heye.    ‘WÊ WELAT 30 SALAN PAŞVE BIXE’   Işik, dest nîşan kir ku bi sererastkirina nû re wê nafakayê vedor bikin û wiha pê de çû: “Heya ku jin û zilam zewicandî bimînin wê nafaka dewam bike. Yan jî wê heya 5 salan sînordar bikin. Bi vê ji jinan re dibêjin li malên xwe rûnin, ger tu hevjînê xwe berdî jî tu yê bedel bidî û zilam nikare heta emrê te hebe nafaka bide. Yanî pergal hewl dide jinan ji kar dûr bixin, di malê de tenê li zarokan mêze bikin, dayiktiyê bikin û li mala xwe mêze bikin. Lê di rastiyê divê mafê nafakayê neyê guhertin, neyê sînordar kirin û paşve neyê standin. Berevajî, wê ev yek welat 30 salan paşve bixe. Di heman demê de div ê pakê de pêşiya zewicandina zarokên jî tê vekirin. Dixwazin ku tecawîzkar û tacîzkar biparêzin.”   Işik, herî dawî li dijî van pêkanîn banga têkoşînê li hemû beş û kesên civakê kir.   MA / Hamdullah Kesen