‘Paketa darazê ya dijîmê jin û zarokane vekişînin’ 2019-11-09 16:14:36   ANTALYA - Platforma Jinê ya Antalya, xwest ku paketa darazê ya weke dijminê jin û zarokan dibîne, bê vekişandin.     Platforma Jinê ya Antalya, li Qada Atallos kom bû û bertek nîşanî paketa darazê ya mafê jinan binpê dike, da. Jinên ku pankarta “Bi paketa darazê îstîsmara zarokan meşrû dikin” vekirin, bê navbera dirûşmeyên “Hevpeymana Stenbolê bi cih bîne” û “Paketa darazê ya dijmînê jin û zarokan paşve bikêşkin” berz kirin.    'MAFÊN ME TÊN XESPKIRIN’   Derya Dogan, diyar kir ku meha Mijdarê meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û wiha axivî: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de tundiya li ser jinê zêdetir bû. Hem bi gotinên xwe û hem jî bi navbeynkariya medya alîgir Hevpeymana Stenbolê hedef digirin. Di heman demê de êrîşî mafê nefeqê yê jinan bi têkoşîna xwe qezenc kiriye dikin. Em dixwazin vê pakete paş ve vekişînin.”