Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû 2017-12-04 10:51:50 MÊRSÎN - Wênesaz Umran Yaman di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, wê di 27 saliya xwe de da pey xeyalên zarokatiya xwe û atolyeya wêneyan ava kir. Yaman got ku "Teqes xeyalên jinan hene. Divê kes zincîrê li xeyalê wan nexe." Jina bi navê Umran yaman 37 salî ye û li taxa Kazanli ya navçeya Akdenîza Mêrsînê rûdinê. Yaman ji bo jinên ku xeyalên wan nîvço mane û ji dest ji xeyalên xwe berdane, bûye çavkaniya moralê. Hêj 16 salî ye tê zewicandin, di 21 saliyê de 3 zarokên wê çê dibin. Di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, ji ber vê xeyala wê ya wênesaziyê nîvço dimîne. Lê piştî salan hezkirina xwe ya ji bo wênesaziyê kêm nekiriye, rojekî dema zaroka xwe dibe dibistanê, rastî atolyeya wêneyan ê û ev dibe destpêkek ji bo wê.   'BI VEKIRINA DERÎ RE XEYALÊN MIN GUHERÎN'   Yaman aşkera kir ku ew beyî xebera hevjîn, malbat û derûdorê 3 salan çûye atolyeyê û ev tişt got: "Min perwerdeya xêzan girt. Ew 3 sal ji bo min gelekî bi kelecan derbas bû. Dema ez diçûm wê kûrsê her tişt ji bo min ji rêzê dihat û xeyalên min pêk dihatin. Ez gelekî dêfxweş bûm. Piştî 3 salan min destê hevjînê xwe girt û ez çûm wê atolyeya wêneyan. Hevjînê min dema xêzên min dîtin ecêb ma. Hem ew û hem jî malbata min piştî wê êdî li gel min bûn. Piştî xeyalên min pêk hatin, êdî kar û nihêrîna zarokan bi min zehmet nedihat. Bi piştgiriya hevjînê xwe hêj wêrektir bûm. Min di 27 saliya xwe de dest bi çêkirinê kir. Min destpêkê xwe paşve dikişand. Min destpêkê ji mamosteyê xwe tiştek nedixwest. Piştî 2 salan bawerî û wêrekiya min zêde bû. Ez piştre bi mamosteyê xwe re xebitîm. Mamoste jî ev ferq kir ku wiha baştir e."   'VAN HEMÛYAN EZ ÇÊ DIKIM'   Yaman anî ziman ku piştî 5 salan, ji ber pirsgirêkên aboriyê neçarî navber dayê û wiha pê de çû: "Min demekî nanê sêlê çêkir û firot. Lê piştî demekî aramiya min xirab bû û min biryareke nû da. Min piştre dît ku wiha naçe, min hem dest bi xebatê kir û hem jî wêne xêz kirin. Me komek heval bi hev re nanê sêlê çê kir û firot. Kirîner jî zêde bûn. Ev kar gelekî bi min zehmet dihat; ji ber ku min di saetên şevê de çê dikir û 12 saetên min digirt. Lê dîsa jî min dest ji xêzan berneda. Mêzekirina zarokan, perwerdeya wêneyê, karê malê ji min re tenê 2 an jî 4 saet xew dima."   Yaman da zanîn ku wêneyên ku wê xêz kirine gelekî hatine ecibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wêneyên xwe bi buhayekî baş difroşim, hin tabloyên min bi 3 hezar TL'yî tên firotin. Ez debara malbat û zarokên xwe bi firotina wêneyan dikim. Wêneyan di jiyana min de deriyekî gelek cuda vekir. Ez ji vî karî hez dikim. Ya rast ez ji xwe bawer im. Ez li xwe vedigerim û dipirsim; Ev hemû tişt min kirin gelo? Bi taybetî zarokên min bi min serbilind in. Ez diçim dibistanan û li ser dîwarên dibistanan wêneyan bê heq xêz dikim û dema kêfxweşiya di rûyê zarokan de hêstekî cuda dide min."   'TEQES RÊYEK HEYE'   Yaman bang li jinan kir û got ku "Divê teqes tu jin wekî Umrana berî 10 salan nebe" û ev tişt anî ziman: "Divê hemû jin li pey xeyalên xwe bimeşin û ji bo xwe bigihînin van xeyalên xwe deriyekî ji xwe re bibînin. Min çawa xeyalên xwe xuliqand, bila ew jî bixweliqînin. Ji bo wê jî divê teqes nebêjin 'Dê nebe û wiha nabe.' Teqes rêyek heye. Bila zincîrê li fikrên xwe nexin. Bila her tiştî azad berdin û divê jin azad be."   JI BO JINAN ATOLYE   Yaman derbirî ku ew difikire li herêma Kazanliyê atolyeyekê veke û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ew cihê ku min nan lê dipet, li Kazanliyê ez ê atoleyê vekim. Ez di vir de perwerdeya wêneyan bidim jinan. Sedema avakirina atolyeyê ya li Kazanliyê jî min gelek tiştên xweş û nexweş li vir dît. Sedema herî mezin jî ez li vir mezin bûn."    MA / Ergîn Çaglar