Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin 2017-12-03 09:18:11 MÊRSÎN - Jinên dinava herî û baranê de di zeviyan de dixebetin, ji serê sibê heya tarîtiya şevê dixebitin. Jinan, diyar kirin ku berdêla keda destên xwe nagirin, lê ji ber ku li ser piyên xwe dimînin bi keyfxweşin.      Jinên ku li zeviyên Taxa Karaduvar a navçeya Akdenîza Mêrsînê pelên silkan kom dikin, berdêla keda destên xwe nagirin. Ligel zivîstana sar a heyî, jin dinava herî û baranê de dixebitin. Yek ji jinên di zeviyan de dixebitin Gamze Gungor, di heman demê de amadekariyên ezmûnên zanîngehê dike. Gungor, diyar kir ku li zeviyan di şertên zor de dixebitin û wiha axivî: “Di zivîstanê de li zeviyan xebitîn pir zore. Ji ber ku heya êvarî mirov nava herî û avê deye. Gava em nexweş dikevin destûr nadin  em biçin nexweşxanê û dema destûr didin jî ji ywmiya me kêm dikin. Bi şev dema diçim malê ligel westandina zêde li ser dersên xwe dixebitim.”      Gongur, da zanîn ku ev kar pir zorê, lê berdêla keda destên xwe nagirin û wiha bilêv kir: “Yewmiya digirim ji bo pirtûkên amadekariya zanîngehê xerc dikim, lê têre nake. Serê sibê saet 07.00’an de em diçin ser kar heya tarîtiya şevê dixebitin. Em pelên silkan ên xerabûyî û yên teze ji hev cûda dikin û dikin baq. Gava serdema pelên silkan bi dawî bû, vê carê em di zeviyên nane û roka de dixebitin. Berdêla vê hemû kedê tenê 50’î TL didin me. Ji bo debara malbata xwe û pêdiviyên xwe derbs bikim, ez vê zoriyê didim berçavên xwe. Ji bo em hewcedarê tu kesê nebin em necarin bixebitin. Ev yek me keyfxweş dike.”   'EM HEWL DIDIN LI SER PIYAN BIMÎN IN'   Dayîk Meryem Gungor jî, bal kişand ser rewşa xwe û wiha axivî: “Hûn halê me dibîn in. Ev zevî me kirê kiriye. Ev zevî bi hevbeşî me  kirê kir. Em diçîn in. Gava wextê wê hat em kom dikin. Lê mesrefa ku em li zeviyê didin jî, jê dernaxin. Di destên me de kareke cûdatir tuneye. Em necarin vî karî bikin. Ji bo me mesrexa zeviyên xwe derxînin, em li zeviyên din dixebitin. Bi pareyê di zeviyan de qezenc dikim, sê zarokên xwe rêdikim dibistanê. Roj bi rojê şert û mercên jiyanê zortir dibin. Li dijî van zoriyan em hewl didin li ser piyan bimîn in.”      'JI BO KEDKARAN ZEM NAKIN'   Nursel Mutluhan jî, anî ziman ku ji ber şertên jiyanê necar ma ku di zeviyan de bixebite û wiha axivî: “Alternetîfe min a din tune bû.  Em li ku derê bixebitin heman pareyê didin me. Li vê derê ji ber ku em tenê karê xwe dikin, serê me hinekê rehete. Ji malbata me 3 kes di zeviyan de dixebitin. Berê qezenca me têra me dikir, lê di şertên îro de ev qezenca me têrê nake. Li vî welatî zemê ji bo hemû tiştî zêde dikin, lê ji bo kedkarên mîna me zêde nakin. Kesên ku dibistan qedandine jî kar peyda nikin. Ne mimkûne ku miroveke mezun bûyî kar peyda bike.”   ‘BERÊ KESEK DIXEBITÎ TÊRÊ DIKIR, LÊ NIHA...'   Jina binavê Latîfe Mutluhan a 70 salî ku 58 salin di zeviyan de dixebite jî, diyar kir ku berê gava kesek di malbatekê de dixebitî, têra debara malê dikir. Lê niha hemû ferdên malbatê dixebitin, dîsan jî têrê nake. Em pareyê mehane yên emekdarên 3 mehan digirin, lê ligel vê yekê em nikarin debara mala xwe bikin. Di vî temenê xwe de necarim ku di zeviyan de bixebitim.”     MA / Nurhan Kuzu