Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin 2017-12-01 12:40:46 SAKARYA - Danişîna doza Celal Bay û Bîrol Karacal ên li Kaynarca Emanî Al-Rahmun a 9 meh ducanî û zaroka wê ya 10 mehî qetilkirin, dest pê kir. Rêxistinên jinan ên xwestin  beşdarî dozê bibin, nexistin salonê.  Li navçeya Kaynarca ya Sakarya di 6’ê Tîrhemê, Celal Bay û Bîrol Karacal jina 9 meh ducanî Emanî Al-Rahmun û zaroka wê ya 10 mehî qetil kiribûn. Doza Bîrol Karacal û Celal Bay li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê dest pê kir. Di dozê de ji bo bersûcan 3 caran cezayê girtîgehê yê giran a heta hetayê tê xwestin. Hevjînê Emanî Al-Rahmun  Halîd Al-Rahmun, malbata wê û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn. Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan jî beşdarî dozê bû. Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Sakarya Esra Turgut û Seroka navenda Mafê Zarokan a Baroyê parêzer Elîf Duzgun ger daxwaza wan a tevli dozê bibin bê qebûkirin, dê ew jî beşdarî dozê bibin.    Endamên Weqfa Alîkariya Mirovan a Huriyet û Mafê Mirovan (ÎHH) û Memur-Sen jî girtin salona danişîne û bi hinceta “cih tuneye” rojnameger negirtin salona dozê. Bi rojnamegeran re rêxistinên jinan û endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egîtim Sen) a Sakaryayê jî negirtin salona danişînê.    Meclîsa Jinên Stenbolê, diyar kir dê piştî danişînê dê daxuyanî bidin çapemeniyê.