Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê 2017-11-27 12:09:45 AMED - Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji ber axaftineke li Amedê kiribû der barê wê de doz hat vekirin. Irmak nexwest bi rêya SEBGÎS'ê îfdeyê bid. Lê ew bi zorê birin odeya SEGBÎS'ê. Di navbera 14-15'ê Mijdara 2015'an de di Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Sumer Parka Yenîşehîra Amedê hatibû lidarxistin, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Selma Irmak, der barê rojevê de bi kurdî ji MED NÛÇE'yê re axivî bû. Ji ber axaftinan bi îdiaya "Hikumeta Komara Tirkiyeyê piçûk xistiye" ji 6 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê hatibû xwestin û 3'yemîn rûniştina dozê hat dîtin. Doz li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin. Irmak a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê tê girtin, nexwest bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide, xwest biçe dadgehê parastina xwe bike.    BI ZORÊ ANÎN SALONÊ   Ev daxwaza Irmak nehat qebûlkirin û ew bi zorê derxistin salona SEGBÎS'e. Di rûniştinê de parêzer Erhan Urkut jî amade bû. Piştî tespîtên nasnameyê, Irmak aşkera kir ku ewraqên di rapora pêzan a dosyaya dozê de nû ji wê re hatiye ragihandin, ji ber ku bi sedan kîlometreyî dorê dadgehê ye, qasî ku pêwîst kiriye bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk neaniye. Irmak da zanîn ku piştî bi parêzerê xwe re hevdîtn pêk anî, dê parastina xwe bike, di celseya din de diwaze li dadgehê parastina xwe bike.   Parêzer Erhan Urkut jî destnîşan kir ku ew dixwaze bi miwekîla xwe re rû bi rû biaxive û parastinên wê amade bike û xwest dozên li 13'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hatiye vekirin, bi yên niha re bikin ye.   Dadgerê biryara xwe aşkera kir, cara dawî dem da parêzer ku parastinên parêzer û Irmak bê kirin û ji bo careke din dîsa Irmak li ser SEGBÎS'ê amade be û doz taloqê meha Çileyê kir.