Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê 2017-11-25 16:26:18   WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di mîtînga 25'ê Mijdarê ya li Wanê pêk hat de diyar kir ku ew dê têkoşîna Sêvê, Fatma û Pakizeyê bilind bikin û wiha got: “Bila tecrîda li Îmralî rabe û aştî bê." Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî got "Em ne tenê rakirina tecrîdê dixwazin. Em azadiya Ocalan dixwazin."    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de bi şiyara “Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin” li Parka Musa Anter a Aştiyê mîtîng pêk anîn. Tevê sermaya zêde bi hezaran jin tev li mîtîngê bûn. Jin bi fîstan û kirasên xwe reng û reng û zilam jî bi şel û şapikên xwe yên herêmî di mitîngê de govend gerandin. Di mitîngê de dîmenên rengîn derketin. Flamayên HDP’ê û pankartên bi nivîsên “Jin wê bi rojê azad bibin”, “Wisa naçe jin destûr nadin” û “Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin” hatin daliqandin. Girsê bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.    Di mitîngê de Hevseroka Giştîya HDP'ê Serpil Kemalbay, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Bedîa Ozgokçe Ertan û aktivîsta TJA'yê Gulcihan Şimşek axaftin kirin. Parlamenterên HDP'ê Aycan İrmez, Dîlan Dirayet Taşdemir, Endama MYK'ê ya HDP'ê Sultan Ozdemir, endam û rêveberên HDP û DBP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, û bi sedan kes amade bûn. Li qadê peyama Figen Yuksekdag, Tugba Hezer Ozturk û hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel hatin xwendin. Nurcan Değirmencî û Şehribana Kurdî beriya axaftinan stran gotin.    Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, diyar kir ku jinan li dijî zextan bi destê xwe dîroka xwe nivîsandine û peyama Figen Yuksekdag a li Kandira hatiye girtin xwend.    UCA: EM AZADIYA OCALAN DIXAWIZN   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî diyar kir ku wan têkoşîna Pakizeleri, Sêvê û Ronahîyên di nava refên têkoşînê de ji bîr nekir û dê têkoşîn û ala wan her bilind bikin. Uca, anî ziman ku ew dê ji her cureyên tundiyê re bêjin na û li her derê tekoşînê bilind bikin. Uca, destnîşan kir ku kurd bê nasname û bê nav hatibûn hiştin û wiha got: 'Kurd êdî felsefeya azadiyê pêş dixin. Jin sembola berxwedanê ne. Em tecrîda li ser Rêbere PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em tenê rakirina tecrîdê naxwazin. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Heta birêz Ocalan azad nebe gelên li ser vê axê dijîn azad nabin. "    TUNCEL: EM BÛN HÊVÎ   Piştî Uca Endama Meclîsa DBP'ê Şehzade Kurt peyama Hevseroka Giştî ya DBP'e Sebahat Tuncel xwend. Tuncel, diyar kir ku hemû jin bê hevî û ewle tên hiştin û wiha got: "Em wekî jinên girtî bûne heviya jiyanê û jinên li derve silav dikin."    KEMALBAY: BILA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN   Kemalbay, 250 kesên di komkujiya Misirê de bibîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Kemalbay, bal kişand ser girîngî û wateya 25'ê mijdarê û destnîqan kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kemalbay, destnîşan kir ku rejîma qesrê û AKP'ê Sêvê, Pakîze û Fatma qetil kirin û wiha got: "Em dê têkoşîna wan wekî meşaleyê bilind bikin."  Kemalbay, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Kengi welat dikeve nava pirsgirêkan berê xwe dide Îmraliyê. Ji ber vê yekê divê terîd bi dawî bibe. Bila li welat aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Divê êdî ji bo qanûna bingehîn ya demokratîk em bixebitin."    Kemalbay, bal kiyand ser civîna Soçî ya li Rûsyayê jî û wiha got: "Ji bo aştiya gelan a Sûriye firsendek çêbûye. Lê Rejîma AKP-Qesrê ji bo kurd di navde cih negirin her tiştî dike. Sirf ji bo kurd di navde cih negirin 3 caran çû Rûsya.    Mîting bi stranên Şehribana Kurdî bi dawî bû.