Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir 2017-11-25 13:17:35   WAN – Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê li gel hewa sar mitinga ji bo 25'ê Mijdarê bi coş dest pê kir.    Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê mitînga bi şiyara “Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin” bi coş dest pê kir. Mitîng li ber Parka Musa Anter a Aştiyê hat lidarxistin û li gel hewa sar jî gelê Wanê diherike qada mitîngê. Jin bi fîstan û kirasên xwe reng û reng û zilam jî bi şel û şapikên xwe yên herêmî di mitîngê de govendê digerînin. Di mitîngê de dîmenên rengîn hêjayî dîtinê ne. Her wiha flamayên HDP’ê û pankartên bi nivîsên “Jin wê bi rojê azad bibin”, “Wisa naçe jin destûr nadin” û “Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin” hatin daliqandin.    Ji navçeyên Rêya Armûşê, Tuşba û Artemêtanê bi hezaran welatî yên xwestin derbasî qada mitîngê bibin, di 3 nokteyên ewlehiyê de derbasî qadê bûn. Mitîngê di bin dorpêçek zêde ya polîsan de dest pê kir û dê mitîng bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û wekîlên HDP’ê bidome.