'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên' 2017-11-25 11:32:19 MÊRSÎN - Fahriye Cengîz a beriya qeyûm tayînê Şaredariya DBP’î ya Akdenîzê bê kirin Midûra Polîtîkayên jinan bû, diyar kir ku jin di qada cemawerî de bi tundiyê re rû bi rû ne û wiha got: “Divê jin têkoşînê li hemû kolan û qadan belav bikin."  Psîkolog Fahriye Cengîz a berî qeyûm tayînê Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bê kirin, Midûra Polîtîkayên Jinan û di heman demê dê li Navenda Piştevaniyê ya Jinan a ÎŞTAR a girêdayî Şaredariya Akdenîzê de dixebitî, li ser tundiya li ser jinan û berxwedana jinan axivî: Cengîz, derbarê zorî û zehmetiyên di dema vekirina nevenda piştevaniya jinan de kêşan û bi tayîn kirina qayûm re çi hatin jiyîn nerînên xwe parve kirin.    STARGEH ÇAWA VE BÛ ?    Cengîz, diyar kir ku di 25’ê Îlona 2010’an de bi hewldana hemû jinên bajêr Navenda Piştevaniya  Jinan a ÎŞTAR’ê vekirin û wiha got: “Ji bo vekirina navendê gelek hewldanên me çêbûn. Pêwîstî bi navendeke jinan hebû. Hemû şaredariyan ev kar weke bar dîtin û qebûl nekirin. Tenê Şaredariya Akdenîzê bi awayekê gerim li vê fikrame nêrîn. Ji ber ku di partiya wan de nûnertiya wekhev hebû û vîna jinê nasdikirin, ji bo avakirina navendê bûn alîkar.”      ‘JIYANA ME KET XETERIYÊ’    Cengîz, anî ziman ku di sala 2012’an de stargeh vekirin û wiha domand: “Piştî me stargeh vekir, di têkoşîna tundiya li dijî jinê de me pêngavên nû avêtin. Li vê derê bi jinên rastî tundiyê hatin re, jiyana me  jî ket xeteriyê. Tundiya li dijî jinê, qadeke cemaweriye. Em bûn şahidên jinên rastî tundiyê hatin û li qereqolan rastî kîjan muamelên xerab hatin. Ev pêvajo ji bo jinan cardin vedigure qada tundiyê. Stargehên jinan, nevendên piştevaniyê û rêxistinên jinan ev polîtîkayên heyî vale derxistin û bûn qadên jinan ên esasî.”   'NAVENDÊN JINAN DERBEYÊ LI HIŞMENDIYA ZILAN DIKIN’    Cengîz, da zanîn ku qeyûman dest pê kê êrîşî qadên jinan kirin û wiha pê de çû: “Heya ku jin nebin yek dê pergala zilam a tundiyê bidome. Nevendên jinan derbeya herî mezin li hişmendiya zilam dixist. Ji br vê yekê çawan qeyûm hat, dest pêkê qadên jinan girtin û bê mîsyon hiştin.”   'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'   Cenzîg, dest nîşan kirin ku bi boneya 25’ê Mijdarê têkoşîna xwe li koçeyan belava kirin û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî îro di qada cemawerî de jina rastî tundiyê te û ji derveyî qada cemawerî tê hiştin. Bi vê yekê destkeftiyên jinan ji wan di dizin.  Lê qada têkoşîne, ne tenê qada cemaweriye. Armanca me ew bû em têkoşînê belavî hemû koçeyan bikin. Ji bo vê yekê emê têkoşîna xwe bidomîn in.”