Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin 2017-11-24 16:25:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Rêxistinên HDP'ê yên Îzmir û Rihayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê û tundiya li kolan, mal û qadan li dijî jinan pêk tê girêdayî hev in.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ya Îzmir û Rihayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyanî dan çapemeniyê. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê li avahiya HDP'ê civîn pêk anî. Li ser navê Meclîsa Jinan Ruken Emektar, diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê li dijî faşîzmê di 25'ê mijdarê de dengê xwe bilind kiriye û wiha got: "Jin dê bi têkoşîna xwe komkujiya li ser jinan rawestînin. Hikûmeta AKP'ê feraseta desthilatdariya mêr kûr dike. Di cewherê polîtîkayên şerê taybet de heman feraset heye. Îktîdara AKP’ê bi gotinên nifrîn û zayentîparêz bêtir rê li pêş tundiya li dijî jinê mezin dike. Emektar, anî ziman ku wekî jin dê her dem li dijî tundî, tacîz, destrirêjî û binpêkirina mafan parastina rewa pêş bixin û xwe biparêzin.    ÎHD: LI EGEYÊ DI 10 MEHÊN EWIL DE 46 JIN HATIN KUŞTIN   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Li ser navê ÎHD'ê Cemile Karakaya, daxuyanî da. Karakaya, diyar kir ku li erdnîgariya wan  feraseta mêr a desthilatdar hêj feraseta xwe diparêze û wiha got: "Hêj jin wekî namûsa mêr tê dîtin. Hêj xweşbînî tune ye. Ji Çileya 2017'an heta Cotmehê di 10 mehan de 46 jin hatin qetilkirin. 28 jin rastî taciz, 2  jin rastî îstîsmarê, 28 jin birîndar bûne. 3 jin rastî lêidanê hatine. Jin herî zêde ji aliyê mêrê ku ji wê hez dike ve rastî tundiyê hatiye."    ÎHD: BILA PEYMANA ÎSTANBUL TÊKEVE MECLÎSÊ   Navenda Giştî ya ÎHD'ê jî bi heman armancê daxuyanî da. ÎHD'ê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser peymanên navendî û navneteweyî û wiha got: "Jinan bi piştevanî û têkoşînê mafê xwe yê neteweyî û navneteweyî bi dest xist. Komara Tirkiye gelek peymanên navneteweyî îmze kiriye.Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropa îmze kiriye. Divê ev peymana İstanbul, li kursiya Meclîsa Tiriye li ruyê zilaman bê xwendin.    DÎLEK OCALAN: BERXWEDANA OCALAN BERXWEDANA ME YE   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bi munasebeta 25’ê  Mijdarê li avahiya partiya xwe civîn li dar xist. Wekîla HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan beşdarî civînê bû û gelek jinan bi erbaneyên xwe cihê xwe di civînê de girt. Dîlek Ocalan destnîşan kir ku jin di her qadê de têkoşînek serkeftî didin meşandin û di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û yên cîhanê.    Ocalan da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di warê têkoşîna jinê de xwedî rolek girîng e û got: “Em wek jinên Rihayê ji ser vê axa qedîm Ocalan silav dikin. Berxwedana wî berxwedana me ye. Tecrîda li dijî Ocalan tecrîda li dijî me ye. Azadkirina Ocalan peywîra me ya sereke ye. dê jin di vî warî de têkoşînek bêhempa bidin meşandin. Piştî deriyên Îmraliyê ji hevdîtanan re hatin girtin komkujiya li ser jinan jî zêde bû.”    Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û civîn lîlandin û lêdana erbaneyê bi dawî bû.    LI WANÊ BANGA MITÎNGÊ HAT KIRIN    TJA li Wanê bi boneya mitînga sibê saet di 11.00’an de li Parka Aştiyê ya Musa Anter dê mîtingê li dar bixe. Parlamenterên HDP’ê jî di nav de jinan li navenda bajêr û navçeyan belavok belav kirin û gel û esnafan vexwandin mitîngê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û wekîlên jin ên HDP’ê dê başdarî mitîngê bibin. Hunermend Şehrîbana Kurdî û Nurcan Degîrmencî jî dê derkevin ser dikê û bistrên.    MÊRSÎN   Jinên endamên Platforma Şaxan a KESK’a Mêrsînê jî bi boneya 25’ê Mijdarê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Elîf Yaşar axivî û destnîşan kir ku karneyê desthilatdariya AKP’ê ya 15 salan bi mînakên dijminahiya li dijî jinan tije ye û got: “Ji bo em pêşî li kuştina jinan bigirin û kesên maf û jiyana me ji destê me dixwazin bigirin hesab bixwazin. Em ê bikevin pey.”  Jinan piştî daxuyaniyê li postexaneya navendî ji jinên girtî re kart şandin.