Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin 2017-11-24 09:06:07 STENBOL - Jinên li Stenbolê, fêrî lêkdana sporê ya Muay Thaî dibin û li dijî tundiya zilam parastina xwe ya çewherî pêş dixin.   Muay Thaî spora lêkdanê ku li Taylandê derket holê û paşerojeke wê ya sedan sal heye. Di dawiya salên 1990’î de li Tirkiyeyê fermî bû û di sala 2006’ande Federayona Muay Thaî ya Tirkiyeyê hat avakirin. Di warê giyanî û bedenî de Muay Thaî bandorê li mirovan dike. Jinên li Tirkiyeyê fêrî Muay Thaî dibin  parastina xwe ya çewherî pêş dixin.      Jinên diçîn studyoya Muay Thaî ya li Bomantî ya Stenbolê, ji bo li koçeyan xwe bi bi ewle hîs bikin, fêrî teknîkên xwe parastinê dibin. Dinava jinên fêrî Muay Thaî dibin de rojnameger, parêzer, tenduristî û ji beşên cûda jin hene.    ‘JI BO XWE PARASTINÊ TEKNÎKEK BAŞE’   Yek ji jinên fêrî Muay Thaî bû parêzer Rozerîn Seda Kîp e. Kîp 3 mehin fêrî Muay Thaî dibe. Kîp, diyar kir ku jinên tên vê derê piraniya wan, jinên di civakê de xwe îfa de dikin û wiha axivî: “Ne tenê di aliyê derûnî de, di aliye fîzîkî de jî em xwe bi hêz dibîn in. Ev sporekê Taylandê ye. Mamosteyê me jine.  Bi mamosteyên xwe re em qala nasnameya jinan a polîtîk bûyî dikin. Em fêrî Muay Thaî dibin û mamosteyê pêşberî me jî fêrî bibêje jin dibe.”    ‘FÎZÎKIYA MIN GUHERÎ’   Kîp, da zanîn ku ew ji kesên derdora xwe dixwaze bên fêrî Muay Thai bibin û wiha got: “Fîzîkiya min guherî. Ez xwe pir bi hêz dibînim. Divê jin bi taybetî spor bikin.”   ‘DI XWEZAYA JINÊ DE ÊRÎŞ KIRIN TUNEYE’   Rojnameger Gulfen Karataş jî, yek ji jinên fêrî Muay Thaî bûne. Karataş salek û nîve fêrî Muay Thaî dibe û yek ji koma herî kevne. Karataş, da zanîn ku ew ji çend nûçeyên di medyayê de dîtin bi bandor bû û wiha axivî: “Divê jin li dijî tundî, tecawîz û tacîzên zilam fêrî vê sporê bibin. Bi vê sporê parastina çewherî pêş dikeve. Ji xwe gava mirov spor dike enerjiyeke mirov çêdibe û mirov wê enerjiyê vale dike. Di êrîşek herî biçûk de jî dixwazin xwe biparêzim. Em jin ne ji bo êrîş bikin, ji bo xwe biparêzin fêrî vê sporê dibin.  Ji xwe dixwezaya jinê de êrîş kirin tuneye.”    ‘JI BO PARASTINA XWE EM FÊRÎ MUAY THAÎ BIBIN’   Karataş, dest nîşan kir ku fîzîkiya wê guherî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li ser torbeyên qomê dixebitin. Ji bo em fêrî parastinê bibin em tên pêşberî hev. Ji bo xwe ji zirarên derve biparêzim, hemû zoriyan digirim ber çavan. Ji ber ku dema zilamê xwest tecawîz bike, ez  bikarim wî asteng bikim. Va 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinên Navneteweyî nêz dibe. Hemû jinên li dijî tundiya li ser jinan têdikoşîn,  bila fêrî Muay thaî bibin da ku karibin xwe biparêzin.”    MA / Sadiye Eser