Rojnamegeriya ji Dêra Zorê: Armanca me ya sereke jin e 2017-11-21 09:03:46 RIHA - Rojnamegera ji Dêra Zorê Rewa Taha demekî li Sûriyeyê rojnamegerî kir dema derbasî Rihayê bû ji neçarî dest jê berda, armanca jiyana xwe bi gotinên wekî "jin, jin, jin" anî ziman. Rewa Taha ya ji Sûriyeyê, li Dêra Zorê rojnamegerî dikir. Di sala 2011'an de bi destpêka raperîna li Sûriyeyê re bi carekê de xwe li qadan dît. Hem wekî jin û hem jî wekî rojnameger gelek zehmetî kişandin. Ji bo tiştên li welatê wan diqewime nîşanê cîhanê bike, bi hevrêyên xwe re rojnameya bi navê Şoreş derxist.   Piştî DAIŞ Dêra Zorê dorpêç dike, di sala 2014'an de neçarî gundê xwe terk dikin û derbasî Rihayê dibin. Taha dest ji rojnamegeriyê jî berdide, niha di bin sîwana Civaka Dêra Zorê de xebatên xwe dewam dike. Taha têkoşîna jin û rojnamegeriyê vegot.   Taha diyar kir ku pirsgirêkên ku civaka Sûriyeyê kişandine, jinên Dêra Zorê jî kişandine û wiha pê de çû: "Tu merhameta vê pergalê ya li hemberî jin û zarokan tune. Min wekî rojnamegereke jin hemû zehmetî kişandin."   'EM LI DIJÎ ŞER BÛN'   Taha got ku "Pêvajoya ku em tê de bûn, da nîşan ku meyê ev zilim êdî qebûl nekira" û her roja ku derbas dibe hêj zêdetir tev li têkoşînê dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî ku şoreşa Sûriyeyê veguhere têkoşîna çekdarî, em li dijî çek û şer bûn. Di hemû xwepêşandanan de me çiqila dara zeytûnê ji bo xwe kir bang. Di vê pêvajoyê de me tenê azadiya xwe û daxwazên gelê xwe xwest. Li dijî van daxwazên me, rejîma Esad beyî ku bêje ev jin û zarok, her kes binçav kir. Di heman demê de li girtîgehan îşkenceyê dest pê kir. Di Tebaxa 2011'an de leşker şiqitî kuçeyan û çek rastî gelê sivîl kir. Bi vê re gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Êdî şerê çekdarî dest pê kir. Gelek kes tev li şerê çekdarî bûn. Di Îlona 2012'an de rejîmê komkujiyek mezin pêk anî."   BI HATINA DAIŞ'Ê RE TERK KIRIN   Taha anî ziman ku wan wekî rojnameger bi rêya medyaya civakî agahî li cîhanê belav dikirin û heta sala 2014'an jî li Dêra Zorê mane û ev tişt got: "Li wir ji karê rojnamegeriyê zêdetir, min alîkariya birîndar û kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî dikir. Me bi saziyên alîkariya mirovan dikir re têkilî datînî. Ew qada ku em lê bûn zêdetir sivîl lê bûn. Rejîma Esad bi hinceta hêzên OSO'yê li wir in êrîş pêk tanî. Dema Dêra Zor ket destê DAIŞ'ê em ji wir derketin. Em gelekî xemgîn bûn, lê heke me dest ji herêmê berneda, dê em bikuştana."   'JIN JIN JIN'   Taha aşkera kir ku ew bi kelekê ji Çemê Firatê derbas bûne û ev tişt anî ziman: "Min di sala 2013'an de Rêxistina Jinên Sûriyeyê ava kir. Ji ber wê DAIŞ'ê navê min xist lîsteya kesên li wan digerin. Ez neçarî hatim Tirkiyeyê û min xebat li vir meşandin. Me xwest em jinan li vir bigihînin hev û ji bo nasnameya jinê derxin holê me xebatên rêxistinî kirin. Me semîner li darxistin û xwest jinan bi pêş bixin. Em niha di bin sîwana Civaka Dêra Zorê de xebatên xwe dewam dikin."   Taha piştrast kir ku wê ji neçarî dest ji rojnamegeriyê berdaye, gelekî hez karê rojnamegeriyê kiriye û armanca xwe ya jiyanê jî bi gotinên wekî "Jin, jin, jin" anî ziman.   MA / Arjîn Dîlek Oncel