Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan 2017-11-19 09:12:30 MÊRSÎN - Jinên mêrsînî, bi şîara “Jin dê dorpêça bi OHAL'ê dest pê kir bişkînin" bang li hemû jinan kirin ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan dakevin qadan û têbikoşin.  Jinên mêrsînî têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan xwe amade dikin ku dest bi têkoşînê bikin. Jinan, bi şîara “Jin dê dorpêça bi OHAL'ê dest pê kir bişkînin" bang li hemû jinan kirin ku ji bo 25'ê Mijdarê dakevin qadan û têbikoşin. Hevseroka Şaxa SES'e ya Mersînê Ozge Goncu, diyar kir ku piştî OHAL'ê tundiya li dijî jinan zêde bûye û ji bo ji vê tundiyê re bêjin raweste dê dakevin qadan.    'EM DÊ LI QADAN MIL BIDIN HEV'    Goncu, bal kişand ser rejîma KHK'ê ya OHAL'ê ku ket meriyetê û wiha got: "Bi KHK'ê polîtikayên dijdemokratîk li ser jinan zêdetir bûn. Tundiya derûnî, aborî, zayendi û fîzîkî li ser jinan zêdetir bû. Jin dê li diji hemû tundiyan milê xwe bidin hev û têbikoşin. Dê xwe bi rêxistin bikin û di ber xwe bidin. Em jin dê li dijî hemû neqeyiyan di 25'ê mijdarê de mil bidin hev û dakevin qadan."    'HETA CÎHANEK WEKHEV Û AZAD BÊ AVAKIRIN'   Seroka Komeleya Gunebakan Zubeyde Akpinar jî anî ziman ku bi OHAL'ê re tundiya li dijî jinê zêde bû û wiha got: “Rewşa ku îro Tirkiye di nav de ji bo jinan gelek xerab e. Lê heta em mafê xwe yê wekhevî, azadî û aştiyê bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berhdewam bikin. Em dê di 25'ê mijdarê de dakevin qadan û li dijî tundiya dewlet û mêr nişan bidin ku em natirsin."    ‘MUXADALEYÎ HEMÛ TIŞTÊN JINAN DIKIN'   Endama Piştevaniya Mor a Mêrsînê Şîlan Surmelî jî polîtîkayên AKP'ê rexne kir û wiha got: "Ji roja AKP hatiye îktîdarê heta niha tundiya li dijî jinan qat bi qat zêde dibe. Bi zagonên dawî yên hatin guhertin, dixwazin jinan di malê de hepis bike. Jin li kolanan rastî tundiyê tên. Îro mudaxaleyî hemû tiştên jinan dikin. Zêdebûna tundiya li dijî jinan îstîhdama jinan jî bi sînor dikin. Ji ber vê yekê divê di 25'ê Mijdarê de hemû jin dakevin qadan.    Endama Keda Kolektîf a Jinan Canan Yuce jî bal kişand ser OHAL'e û wiha got: "Divê beriya 25'ê mijdarê em şewirmendî û piştevaniya xwe mezin bikin. Betir dakevin qadan. Divê em li dijî tundiyê bêtir dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê mijdarê de dakevin qadan."