Jinên Wanî: Emê li dijî tecawî dengê xwe bilind bikin 2019-05-30 15:55:19   WAN - Hevparên TJA yên Wanê, diyar kirin ku ji ber gotin û pêkanînên desthilatdariyê tecawîza li dijî zarokan zêde bûye û bang têkoşîna hevpar a li dijî tundî û tecawîzê kirin.    Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê zêdebûna êrîşa zayendî û tundiya li hemberî jinan û zarokan li baxçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun û aktivîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya ve hat xwendin.    ‘EM SERÎ HILDIDIN'   Hawarê bal kişand ser polîtîkaya îktîdara ya li hemberî êrîşa zayendî û diyar kir ku îktîdar bi nedayina cezayan îstîsmarê meşrû dikin. Hawar, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hişmendiya mêr di dema Neolotîkê heta niha zirar daye jin û  xwezayê. Her roj tundiya li hemberî jinan û zarokan zêde dibe. Li hemberî pêşî girtina tundiyê tiştek nayê kirin. Îktîdar her roj behsa mafê jinan û zarokan dike, lê tu kes qasî îktadarê bi van polîtîkayan mafên jin û zarokan bin pê nake. Em ê bi hev re bi hêzbin û em ê bi hev re biqîrin. Li dibistanê, malê û li kolanan gelo çiqas zarok bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma? Bi sedan û bi hezaran zarok çiqas dengê xwe derxistin lê dengê wan nehat bihîstin û wekî çareserî bi êrîşkaran re hatin zewicandin. Gelo êrîşkar hatin cezakirin? Em serî hildidîn û bêdeng namînîn.”    ‘PÊWÎST JIN TÊBIKOŞIN'   Hawarê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê her tim li dijî hişmendiya desthilatdar têbikoşîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li kolan, mal û li girtîgehan li her derê êrîşa zayendî pêk tê. Em jin diyar dikin ku em ê vê yekî qebûl nekîn û dengê têkoşîna xwe bilind bikîn. Banga me ev e; Mêrê desthilatdar bila destê xwe ji jinan û zarokan bikişe. Divê hişmendiya îktîdara heyî bê guhertin. Pêwîst em jin hemû bibîn yek û li dijî vê têbikoşîn.”