'Jiyana jinan ne dibin yekdestdariya we deye' 2017-11-13 09:23:08 STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, diyar kir ku li ser zarokan jin û kurd kirina hedef sûce. Gulistan Kiliç Koçyigit jî, anî ziman ku jiyana jinan ne dibin yekdestdariya desthilatdariyê deye û wiha got: "Bi vê awayî tunekirina kurdan hedef kirin e."   Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigit û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca bertek nîşanî gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdogan ên wekî “Bi zewicin, zêde bibin. Divê misilman zêde bibin. Rêxistina terorê li Tirkiyeyê di vê mijarê de pir hestiyare. Herî kêm 10-15 zarokên wan hene” dan û bang li jinan kirin ku bihevre bertekê nîşan bidin.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca, diyar kir ku her roj gotinek din li daxuyaniyên dijminantiya Erdogan zêde dibin û wiha axivî: “Bi taybetî desthilatdariya AKP û Erdogan dest vê yekê kir. Niha jî dibêje ‘Bi zewicin, zêde bibin. Divê misilman zêde bibin. 15 zarokên terorîstan hene.’ Ev nîjadperestiye. Kurdan terorîst îlan dike. Ji ber ku gelê kurd heya niha vîna xwe ya demokratîk û azad danî holê, terorîst tên îlankirin. Ji ber ku dest ji mal, gund, ax, ziman û çanda xwe bernedan terorîst tên îlan kirin. Ev dê tu carî sernekevin. Ji ber ku gelê kurd nehişt vîn û rûmeta wê binpê bikin, niha jî dixwazin raste rast li ser zarokên ku diwelidînin kurdan terorîst îlan bikin. Ev nêzîkatiyek dij mirovahiye û tu caran nayê qebûl kirine. Divê gelê kurd vê qebûl neke. Ji bo jinên kurdan pênaseya misilmanan nekirin û ji bo jinên tirkan pênaseya misilmanan kirin û ji wan re ‘hûn jî 15 zarokan çêkin’ gotin sûcek mezine. Ev cudakariye.”   'JI 3 ZAROKAN DERKET 15 ZAROKAN'   Konca, da zanîn ku Erdogan bi gotinên ku dijminantiya kurdan zêde dike wiha got: “Ne hedê kesekê ye ku di ser zarokên ku diwelidînin re êrîşî gelê kurd û jinên kurd bikin. Erdogan bi awayekê vekirî sûc dike. Erdogan berê digot ‘3 zarok niha jî dibêje 15 zarok.’ Her ku diçe pitir mudaxileyê jiyana jinan dike. Vê yekê dixe pêşbirkê. Dema vê dike gel û jinan terorîst îlan dike. Ev sûce, em vê qebûl nakin. Ev hişmendiyek dijmimnantiye û kêm xistine. Jinê rencî dike.  Em bang li hemû jinan dikin ku bertekên xwe nîşan bidin.”    'JIYANA JINAN NE DIBIN DESTÊ DESTILATDARIYÊ DE YE'   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigit jî, diyar kir ku ji roja AKP bû desthilatdar, heya roja îro Erdogan destê xwe ji ser bedana jinan ne kişand û wiha axivî: “Gotinên Erdogan di asta nijatperestiyê dene.  Ev mijara dîktatoriya faşîzma AKP-MHP’ê ya xwe ji nû de avakirine. Dixwazin nesleke nû avabikin û bi awayekê vekirî vê yekê îtiraf dikin. Ji gotina ’15 zarokên terorîstan hene’ em vê fam dikin, zarokên gerîlayên serê çiya tune ne. Wê demê li vir kê dibe ‘terorîst’ bêguman gelê kurd nîşan dide. Hebûna zarokên gelê kurd jî dibe sedema bi terorîzmê re bikin yek, sûcê nefrete bikin û bi bê yekê propagandeya nijatperestiyê bêş bixin.”    Koçyigit, da zanîn ku divê hemû jin bertek nîşan bidin û wiha got: “Teqez divê jinên misilman bertek nîşan bidin. Jinek dê çend zarokan biwelidîne, dê bizewice an na û çawan bijî ne di yekdestiya desthilatdariyê de ye. Desthilatdarî ne xwedî vê yekê ye. Ji ber vê yekê divê destpêkê jin dengê xwe bilind bikin.”    'DI HEDEFÊ DE TUNEKIRIN KURDAN HEYE'   Koçyigit, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li ser gelekê ku zarokên wan pirin, bila zarokan newelidîn in, neyê dine, bi terorîzmê ve girêdan û têkildarî vê bila kurd zêde nebin, bila nifûsa kurdan zêde nebe, ji ber vê yekê peyamên ey Sunniyên derbasdar, misilman û tirk hûn zêde bibin, kurdan di hevsengiyê de bigirin, nifusa kurdan di hevsengiyê de bihêlin dayîn, nayê qebûl kirin. Bi van gotinan me zanî ku Erdogan çiqas dinava tengasiyê deye. Bi awayekê vekirî tunebûna kurdan dike hedef. Ji bo tunekirina kurdan jî bangawaziyên vekirî dike. Ev banga ji bo tunekirina kurdane. Lê gelê kurd jî dê baş nîşanî wan bide ku ev yek wisan bi rehetî sernakevin.”