Jinan banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir 2017-11-10 12:34:15 AMED - Di pêşengiya jinan de dê sibê li amedê bi dirûşma "Dê tecrîd winda bike azadî bi ser keve" mîtîng bê lidarxistin, komîteya amadekar bang li şêniyên bajêr kir ku tev li mîtîngê bibin. Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinên HDP'ê de dê li Amedê mîtînga "Dê tecrîd winda bike azadî bi ser keve" bê lidarxistin. Komîteya amadekar li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Li ser navê komîteya amadekar Hevseroka HDP'a Yenîşehîrê Demet Ozkaran û Wekîla HDP'ê Feleknas Uca axaftin kir.   ‘DÊ JIN JI TECRÎD Û KUŞTINA JINÊ RE BÊJE BES E’   Wekîla HDP'ê Uca da zanîn ku hemû amadekariyên mîtîngê bi dawî bûne, aşkera kir ku demek dirêj e jin hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî kuştinên jinan xebatan dikin û ji bo mîtîngê li gelek navçeyan xebat hatine meşandine. Uca destnîşan kir ku ew wekî jin û gelê Amedê dê li dijî êrîşên li ser vîna wan û qetilkirina jinê têkoşînê bidin û ev tişt got: "Di vê pêvajoyê de têkoşîna ji bo azadîya gelê kurd û li dijî tecrîdê gelekî girîng e. Şerê heyî ne tenê pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka hemû aliyan e, divê her kes li dijî vî şerî tev li mîtîngê bibe. Dê jin di vê mîtîngê de ji tecrîd, şidet û kuştina jinan re bêje bes e. Têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê dê dewam bike."   Hevseroka HDP'a Yenîşehîrê Ozkan jî anî ziman ku ew ê sibê li dijî şidet, hişmendiya mêr a serdest û tecrîdê li qadan bin, di serî de jin, hemû gelê Amedê dawetî mîtîngê kir û xwest gel bi coşek mezin tev li mîtînga li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyo) bibe, li dijî tecrîdê dengê xwe bilnd bike.   Mîtînga dê sibê saet di 12.00'an de bê lidarxistin, dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata û wekîlên HDP’ê beşdar bibin. Hunermendên bi navê Yasemîn Goksu, Hediye Vîranşehîr û Halîme Omerî jî derkevin ser dikê.