Jinên îdirî mal bi mal digerin û behsa HDP'ê dikin 2019-03-23 09:03:04 ÎDIR – Jinên kurd, terekeme, azerî û tirk ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi rê ve dibin, gund bi gund, tax bi tax digerin û li deriyê her kesî didin û behsa projeyên HDP'ê dikin.  Ji hilbijartina Hherêmî ya 31'ê Adarê re 8 roj man. Her ku hilbijartin nêz dibe partiyên siyasî jî xebatên xwe dilezînin. Li Îdirê jî jinên kurd, terekeme, azerî û tirk ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi rê ve dibin, gund bi gund, tax bi tax digerin û li deriyê her kesî didin û behsa projeyên HDP'ê dikin.   'MAL NEMA EM NEÇÛNÊ'    Ozlem Torzûk ku li gundan ji bo hilbijartinê dixebite, diyar kir ku hema bêje wan xwe gihandiye her kesî û got: "HDP, qîmetê dide jinan, ciwanan, kedkaran, xweza û ekolojiyê. Ji bo me qîmeta dengekî pir girîng e. Loma em qadê vala nahêlin. Li gundan hema bêje mal nema em nûçûnê."    GELÊ AZERΠ   Dayika 2 zarokan Abîde Akkûş ku her sibeh daxilî xebatan dibe, li taxan belavokên HDP'ê belav dike û behsa projeyên HDP'ê dike. Akkûş got: "HDP, bi awayekî cuda nêzî jinê dibe. Mesela wexta em li partiyên din dinerin, em jinê li qadan nabînin. Hejmara jinan pir kêm e. Jinên li dijî feraseta baviksalarî dertên qebûl nakin. Lê HDP, qîmeteke mezin dide jinan. Em bawer dikin ku wê HDP bi ser bikeve. Çimkî eleqeyeke zêde ji bo HDP'ê heye. Bertekên her taxê cuda ne. Li taxên azeriyan em bi bertekên neyînî re rû bi rû namînin. HDP'ê dixwazin. Jixwe taxên kurdan ê me ne. Heta ji me re dibêjin 'ne hewce ye hûn werin.'"    Gulnûr Ozturk ku zarokên xwe datîne cem cînaran û tev li xebatên HDP'ê dibe, diyar dike ku ew ji bo pêşeroja zarokên xwe li cem HDP'ê ye. Ozturk a azerî got: "Hevjînê min kurd e. Ez azerî me. Li vir em û gelên din bi hev re dijîn. Li vira em kurd, tirk û terekeme bi hev re dixebitin. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Em cih nedin tiştên xirab. Em wekheviyê, yekîtîyiê hînî zarokên xwe bikin. Guherandina vê pêvajoyê di dest me jin û dayikan de ye. Ji bo jiyaneke wekhev em HDP'ê hilbijêrin." Ozturk, diyar kir ku ew diçin kuderê bi eleqyeke mezin re rû bi rû dimînin û ev jî nîşan dide ku wê HDP bi ser bikeve.    ‘XWE AZAD HÎS DIKIM'    Evrîm Ablaka ji Enqereyê diyar kir ku ji sala 2015'an ve li Îdirê ye û li Îdirê bi saya HDP'ê hay ji çanda kurdan çêbûye. Ablak, destnîşan kir ku HDP behsa hemû gelan dike û ji ber vê ew di HDP'ê de cih digire. Ablak got: "Hevseroka me terekeme ye. Elewî, Çerkes, karler, kedkar û bindest hemû di rêziknameya partiyê de cih digirin. Ev yek di pratîkê de jî xwe nîşan dide. Em ê bi awayekî xurt bi ser bikevin. Wê 1'ê Nîsanê ji bo îktîdarê bibe wek heneka 1'ê Nîsanê. Wexta em xwe digihînin jinan ez xwe azad hîs dikim. Di civaka me de jin bi şidet û çewisandinê re rû bi rû dimînin. Ji bo ev şidet û çewisandin b dawî bibe em jin di bin banê HDP'ê de tên gel hev."    MA / Ayşe Surme