Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir 2019-03-09 17:40:07 MANÎSA/AYDIN - Jinan li Aydin û Manisayê bi minasebeta 8'ê Adarê şahiyek pêk anîn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan di şahiyê de Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 122 rojin di grevê de ye silav kirin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Manîsayê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Şehzadeler a Manîsayê şahiyek pêk anî. Jinan di şahiyê de pankarta “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin, di 8'ê Adarê de em li qadan in" vekirin û alên HDP'ê rakirin. Jinan di şahiyê de cilên gelêrî li xwe kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Di şahiyê de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê 17 salin bi polîtikayên xwe tindiya li ser jinan zêde kiriye. Piştî axaftina Surucu, jinan dirûşmeya "Jiyan jiyan Azadî" berz kirin û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 122 rojin di grevê de ye silav kirin.    AYDIN   Jinên karkerên SÎBAŞ'ê yên bi sedema ku endamên Sendîkaya Tek Gida ÎŞ'ê ne li navçeya Soke ya Aydinê ji kar hatin avêtin jî li pêş fabrîqeyê çalakî pêk anîn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay û gelek jinên din tev li şahiyê bûn. Parlamentera HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku jin û esnaf di nava krîza aborî de dijîn û wiha got: "Ger ku çalakiya we ya grevê bi ser bikeve em dê tev bi ser bikevin. Ger ku jin bi ser bikevin dê cînayetên li dijî jinan jî bi dawî bibe. Em cîhanek ku hemû jin azad in dixwazin. Em ji bo cîhanek ku hemû jin azad in destê xwe bidin hev. Leyla Guven 122 rojin di grevê de ye. Çalakiya wê çalakiya ked, aşti û demokrasiyê ye. Têkoşîna wê tekoşîna hemû jinan e."    Karkera SİBAŞ'ê Meral Yildiz ku ji kar hatiye avêtin jî anî ziman ku karkerên jin ji ber nasnameya xwe ya jinê rastî tundiyê tên û keda wan tê xwarin."