‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’ 2017-11-08 09:24:05 AMED – Rêvebera HDP’ê Sûzan Îşbîlen, diyar kir ku armanca wan ew e ku di mîtînga 11’ê Mijdarê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin, rê li ber êrîşên li hemberî jinan bigirin. Îşbîlen bang li amediyan kir ku bi ruhê Newrozê li Qada Îstasyonê bin.  Wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya “Wê tecrîd winda bike, azadî bi ser bikeve” di 11’ê Mijdarê de li Qada Îstasyonê mîtîngek bê lidarxistin. Wê mîtîng saet di 11.00’an de dest pê bike. Wê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştevaniya mîtîngê bike. Rojeva sereke ya mîtîngê dê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û teşhîrkirina şideta li hemberî jinê be.    Rêvebira HDP’ê ya Amedê Sûzan Îşbîlen der barê mîtîngê de agahî dan û banga tevlîbûnê kir.    ‘TECRÎD PIRSGIRÊKEKE CIVAKIYÎ YE’    Îşbîlen, anî ziman ku jin pêşengiya xebatên mîtîngê dikin. Îşbîlen got ku wê di mîtîngê de madeya wan a sereke şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan be. Îşbîlen, anî ziman ku tecrîd pirsgirêkeke civakiyî ye û armanca mîtîngê ew e ku tecrîd bê şikandin, parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin.    ‘EM Ê KOMKUJIYÊN JINAN RAWESTÎNIN’    Îşbîlen, diyar kir ku ew ê bi munasebeta “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şideta Jinê” polîtîkayên şidetê yên îktîdara AKP’ê teşhir bikin. Îşbîlen diyar kir ku hema bêje li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin û ji bo rê li ber vê bê girtin ew ê li qadan bin. Her wiha Îşbîlen diyar kir ku wê OHAL û KHK jî mijara mîtînga wan bin.    XEBATÊN MÎTÎNGÊ    Îşbîlen, xebatên ji boşdarbûyîna mîtîngê jî vegotin û wiha domand: “Em bi gel re civînan çê dikin û behsa girîngiya mîtînga wê bê lidarxistin dikin. Em serdana esnafan dikin û belavokan belav dikin. Bi roj û bi şev em xebatên xwe didomînin.”    WÊ BI RUHÊ NEWROZÊ BERÊ XWE BIDIN QADA ÎSTASYONÊ    Îşbîlen wiha got: “Aşkere ye ku jin vê pêvajoyê bi rê ve dibin. Bi taybetî jî divê jin li hemberî polîtîkayên çewisîner û şidetê li qadê bin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Em bi ruhê Newrozê li benda hemû gele xwe ne. Newroz sembolek e. Hema bêje ev mîtîng bi qasî wê girîng e. Pêvajoyeke ku mirovan ber bi rûxandinê ve dibe heye. Ji bo dawîlêanîna vê pêvajoyê em beşdarî mîtîngê bibin.”