Jinên Rojnameger daxuyaniya 8'ê Adarê dan 2019-03-07 14:29:22 STENBOL – Jinên Rojnameger, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sernavê "Ger ku jin raweste, dê jiyan raweste" daxuyanî dan û piştgiri dan çalakiyên grevê yên jinên Tirkiye û cîhanê. Jinên rojnameger, anîn ziman ku ew li dijî feraseta ku medya ku mêr serdest nîşan dide û jinê tawanbar dibine derdikevin."   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi sernavê “Eger jin rawestin, dê jiyan raweste" daxuyanî dan û piştgirî dan çalakiya grevê ya jinên Tirkiye û cîhanê. Jinên Rojnameger li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta "Eger jin raweste, dê jiyan raweste, Em deng didin greva jinê" vekirin. Gelek rojnamegerên jin tev li civîna çapemeniyê bûn.    'EM JÎ HENE'    Li ser navê jinên Rojnameger, endama Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya Kesîre Onel daxuyanî da. Anel, anî ziman ku di cîhanê de li zêdeyî 50 welatî jin dê di 8'ê Adarê bêjin “Eger jin raweste dê jiyan raweste" û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin û wiha got: “Jin dê li dijî îktîdara serdest a mêr, li mal, kar, kolan, dibistan û hemû qadên jiyanê, li maf û keda xwe xwedî derkevin. Jin dê li dijî kedxwarî, taciz û tecawiza li dijî jinan dengê xwe bilind bike û bêje ‘Rawest e' Polîtîkayên ku mêr dikin dijminê jinê bi destê darazê pêş dikevin. Tacîz û tecawiza mêran bi destê darazê tê rewakirin. Keda jinê ya nava malê û bi destê medya tune tê hesibandin. Dijminantiya li dijî jinê her roj xwe bi rêxistin dike. Li djî vê yekê bi înat li hemû cîhanê jin dibêjin ‘Em jî hene' û hebûna xwe tinin ziman."    Onel, anî ziman ku dê jin di 8'ê Adarê de neçin kar, li malê kar nekin û dereng biçin cihê kar û li ser medya civakî piştgiriyê bidin grevê. Jin bi grevê dê keda jinan ku nevîyê jiyanê ye bidin xuyakirin. Dê balê bikişîne tekela bi destê mêr dijminantiya jinê pêş dixe. Jinên rojnameger li qadê rastî mobbing, tacîz û tundiyê tên. Jin di rûpelên 3'emîn ên rojnameyan de tên dîtin. Em li keda xwe ya ku nayê dîtin xwedî derdikevin. Lê em em dibin êrîşa hêzê ku dixwazin çapemiya muxalif di nava xwe de bihilîne. Li Êlihê Nûçegîhana Şujin ku nûçeya kesa rastî tacîzê hat çêkir, rastî gefan hat. Zehra Dogan a serpêhatiya li dijî jina êzîdî anî rojevê, hat girtin. Herî dawî Rojnameger Derya Okatan a ku taciza li dijî Xwendekara li Enqere rastî tacîzê hat Merve Demirel anî rojevê, hat binçavkirin û rastî gefan hat ev ne ji rêzê û tesaduf e. Jinên ku rastiya mêr tîne ziman dibe hedef.    Onel, anî ziman ku bi dehan hempîşeyên wan ku pirsgrêk anîne ziman hatine girtin û niha girtî tên darizandin û wiha got: "Em li dijî feraseta serdest a mêr derdikevin. Em tacîza nûçegîhanên mêr ên li qadê baş dizanin. Em zimanê ku rojnamegeriya ku tacîz û tecawizê li ber çavan nagire û bincil dike jî baş dizanin. Ji ber vê yeke sibê wekî li hemû cîhanê û Tirkiye em piştgiriyê dirin greva 8'ê Adarê ya jinan. Em dizanin ku ‘Eger jin raweste, dê jiyan jî raweste' Em bang li hemû rojnamegerên jin dikin ku deng bidin dengê vê grevê."