Dirûşmeya KESK'ê ya 8'ê Adarê: Têkoşîna hevpar 2019-03-06 09:19:56 ENQERE - Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan, dirûşmeya wan a 8'ê Adar îsal 'têkoşîna hevpar' e. Atasoy, destnîşan kir ku divê hemûn bi vê armancê bibin dengê Leyla Guvenê. Dirûşmeya 8'ê Adara îsal a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), "Têkoşîn jinan tîne cem hevddu, jin cîhanê azad dikin" e. Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, bal kişand ser girîgiya 8'ê Adar îsal.    Atasoy, destnîşan kir ku hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê her diçe êrîşên li hemberî jinan zêde dibin û ev êrîş ne tesaduf in. Atasoy, bilêv kir ku li tevahiya cîhanê îktîdarên muhafazakar û populîst hewl didin pergala xwe di ser beden û keda jinê re xurt bikin, loma niha li gelek deverên cîhanê bi awayekî perçekirî berxwedanên jinan hene.    ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR'    Atasoy, anî ziman ku li Tirkiyeyê jî berxwedana jinan didome û got: "Li hemû qadan, di hemû rêxistinan û li hemû girtîgehan jin li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê, di vê serdemê de pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye. Loma em jinên KESK'î, em ê em ê bi dirûşmeya hevpar 8'ê Adarê pêşwazî bikin."    Atasoy, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de wan ji bo hefteyekê bernameya çalakiyan amade kiriye û ew tevî rêxistinên din ên jinan tev digerin. Atasoy, da zanîn ku di vê çarçoveyê de wan pêşî serdana berxwedêrên Flormarê kiriye û ew ê boneya 8'ê Adarê daxwaza karkerên jin ên Flormayê ragihînin her kesî. Atasoy got: "Me li kargehan stand vekirine û em jinan vedixwînin 8'ê Adarê. Krîza aborî herî zêde tesîrê li jinan dike û herî zêde jinan xizan dike. Em ê  di vî warî de panel û forûman li dar bixin da jin der barê krîzê de gotina xw ebêjin. Em ê di 8'ê Adar îsal de jî daxwaz bikin ku divê 8'ê Adarê bi awayekî fermî bibe roja betlaneyê."    ‘EM Ê DAXWAZA XWE YA JI BO AŞTIYÊ DÎSA BILÊV BIKIN'    Atasoy, destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî di rojeva jina de ye. Atasoy, bilêv kir ku şer herî zêde jinê mexdûr dike û got: "Loma wê di 8'ê Adara îsal de jî daxwaza sereke ya jina aştî be. Em jinên KESK'î, wekî her carê em ê di 8'ê Adara îsal de jî daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bilêv bikin."    ‘DIVÊ JIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN LEYLA GUVEN'    Her wiha Atasoy, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê. Atasoy, destnîşan kir ku divê jin hîn bêtir piştgiriyê bidin Leyla Guven û got: "Leyla Guven, siyasetmedar e û gelê Colemêrgê ew hilbijartiye. Bi salan e di nav têkoşîna azadiyê ya jinan de cih digire û bedêl dane. Niha jî heman tiştî dike. Ji lewre tecrîd li her derê belav bûye. Polîtîkayên tecrîdê herî zêde tesîrê li jinan dike. Daxwaza Leylayê ew e ku aştî bê vê axê û ji bo vê ebdena xwe daye ber birçîbûnê. Mafê jiyanê yê Leyla Guvenê, divê bi mafê jiyanê yên jinê din re bibe yek. Ger tecrîd rabe wê li vî welatî zemîneke demokratîk çêbibe. Saxbûna Leylayê, tê wateya mezinbûna têkoşîna jinê."    MA / Diren Yurtsever