TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin 2019-03-04 13:55:15   AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber binçavkirina berxwedêrên ku roja Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşan da û got: "Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê yên bêdeng kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), darbarê binçavkirina çalakgerên duh li avahiya HDP'ê ya Amedê ketin greva birçîbûnê de, daxuyaniyek nivîskî weşandin. TJA di daxuyaniya da de wiha got: "Ji êrîşa li dijî vê çalakiyê heta dorpêçkirina avahiyên partiya me, eşkere dibe ku faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse. Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê bi destgîrkirin, girtin û zextê ti carî nikare bê astengkirin. Têkoşîna me wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome."   TJA'yê ragihand, bidawîkirina tecrîdê wê were wê wateyê ku yek ji astengiyên li pêşiya hêviya jiyana bi hev re û esareta civakê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin. Di daxuyaniyê de bang li aştîxwazan bi taybetî jinan hate kirin ku li dijî êrîşên faşîzan li ber xwe bidin û bi biryardariya serketinê piştgiriyê bidin Leyla Guven û berxwedêran hemûyan.