‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin' 2019-02-26 09:20:01 STENBOL - Pêşnûmaya "efûya zewicandinê" beriya hilbijartinê careke din ket rojevê. Parêzer Dîren Cevahîr Şen, diyar kir ku divê jin li dijî vê tev bigerin û zemînên rêxistnbûyînê biafirînin.  Pêşnûmaya "efûya zewicandinê" ku 3 sal berê ji ber têkoşîna rêxistinên jinan bi paş ve hat kirşandin, niha beriya hilbijartinê careke din ket rojevê. Li gorî vê pêşnûmayê, eger kesê îstismara zayendî kiribe bi mexdûr re bizewice wê cezayê wî bê taloqkirin. Parêzer Dîren Cevahîr, destnîşan kir ku divê jin li dijî sererastkirinên bi vî rengî bitêkoşin.    ‘DIXWAZIN TEMENÊ ZEWACÊ DAXÊN 12 SALAN'    Şen got: "Di TCK'ê de tê diyarkirin ku hemû liv û tevgerên cinsî yên li hemberî zarokên di biniya 15 salan de, wekî îstismarkirina cinsî tên hesibandin. Lê belê niha tê xwestin krîtera 15 salan daxin 12 salan. Loma rêxistnên jinan û LGBTÎ+ û feminîst li dijî sererastkirinên bi vî rengî dertên. Wê bi vê pêşnûmayê re cezayê kesên istismarê dikin bê taloqkirin. Lê belê çepemeniya nêzî îktîdarê jî vê yekê wekî 'rizgarkirina malbatên perçekirî' rave dike."    'DIVÊ JIN ZEMÎNÊN RÊXISTINBÛYÎNÊ BIAFIRÎNIN'    Şen, destnîşan kir ku her roj bi awayekî sîstematîk êrîşî destkeftiyên jinan tê kirin. Şen, diyar kir ku zêdebûna van êrîşan di kontrola hikûmetê de ye û bi vî awayî tê xwestin jin têkevin hîzayê û got: "Em ê tu carî nekevin hîzayê."    Şen, destnîşan kir ku jinên naxwazin têkevin hîzayê divê bên cem hevdu û got: "Divê ji her deverê welat jin ji bo mafên xwe, ji bo daxwazên xwe bên cem hevdu û çalakiyan li dar bixin û destkeftiyên xwe biparêzin. Di navbera 5-6'ê Çileya 2019'an de ji 40 bajarên Tirkiyeyê li Stenbolê Hevdîtina Jinên Tirkiyeyê li dar xistin. Di vê hevdîtinê de maf, destkeftî û têkoşîna jinan hatibû nîqaşkirin. Divê bi vî awayî jin zemînên nîqaşkirinê û rêxistinbûyînê biafirînin."    MA / Necla Demir