'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane' 2019-02-25 14:12:20   MÊRSÎN – Jin û xwendekarên mamoste Kubra ya li Mêrsînê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, diyar kirin ku gotinên desthilatdariyê û polîtîkayên ne cezakirinê cesaretê dide zilaman. Jinan, dan zanîn ku heza tundiya zilam xelas bike, piştevaniya jinane.    Li gorî daneyên Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha Çile de herî kêm 43 jin hatin kuştin. Dîsan li gorî gelek lêkolînan, piraniya jinan ji aliyê zilamên nas dikin ve tên kuştin. Bûyera herî dayî ya di 14’ê Sibatê de, li Mêrsînê hat jiyin, yek ji van mînakene. Alîkara Midûra Lîseyê ya Pîşeya Keç a Çamlibelê Kubra Aşkin, ji aliyê hevjînê xwe yê berî 2 salan berdabû ve hat kuştin. Jinan û xwendekarên Aşkin, xwestin ku êdî ev kuştin bi dawî bibin.    ‘MAFÊ JINAN TUNE TÊ HESIBANDIN’   Xwendekara Aşkin Esra Kûrt, diyar kir  ku ew naxwaze li Tirkiyeyê jin bitirs derkevin kolan û wiha axivî: “Lê dewlet ji bo pêşiya kuştinên jinan bigre heya niya tu pêngav ne avêtiye. Li vî welat ji bo jinan rêz nayê girtin. Ji ber vê bûyerên wiha tim rû didin. Mafê jinan tune tê hesibandin. Ewqas mafê jinan hene, gelo em sûdê ji kîjanê digirin? Tundiya li ser jinê, ji aliyê civak û dewletê ve tê meşrûkirin. Tundiya zilam a li ser jinan nayê qebûl kirin. Ji bo bi dawî anîna tundiya zilam, ez bang dikim ku hemû kes dengên xwe bilind bikin.”    Xwendekara Aşkin Yasemîn Soysal jî, anî ziman ku cînayetên jinan bi zanebûna civakê re eleqedare û wiha got: “Bi giştî nêzîkatiyên heyî, van cînayetan zêde dike. Divê jin li dijî tundî, êrîş û cînayetan bêdeng nemînin. Lazime em li hemberî hişmendiya serdest serî netewînin.”   'POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ ÊRÎŞAN ZÊDE DIKE'   Endama Komeleya Jinan a Gunebakan a Mêrsînê û Platforma Jinan a Mêrsînê Nûray Kaçmaz jî, da zanîn ku di 15 salên dawî de, bi zanebûn cihê jinê ya dinava civakê de tê tengkirin û wiha axivî: “Ev yek ji ber polîtîkayên desthilatdariya siyasî yên heyîne.”    NE CEZAKIRIN CESARETÊ DIDE ZILAM   Kaçmaz, di dawiya axaftina xw de wiha got: “Cînayetên jinan û bûyerên îstîsmarê, ne tesadufin. Pirsgirkêk ne tenê dariznadina kujerane. Divê  hişmendiya vê pirsgirêkê mezin dike ji holê bê rakirin. Encex bi vî awayî bê çareserkirin.” Endama Pêkhatiye Mersîn a Hêza bi Hevre û rojnameger Fatoş Sarikaya jî, bilêv kir ku polîtîk û gotinên AKP’ê êrîş û tundiyên li dijî jinan zêdetir dikin û polîtîkayên ne cezakirinê cesaretê dide zilaman.   'EMÊ PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN'   Sarikaya, diyar kir ku ligel Aşkin hevjînê xwe yê berdayî gilî kir jî, nehat parastin û wiha got: “Ji ber Aşkin nehat parastin, hat kuştin. Îsyana jinên di ferqa hêza xwe dene, bêdeng nabin û kuletiyê qebûl nekin pêl bi pêl belav dibe. Ger tundiya zilam hebe, têkoşîna jinan a bihêz  û roj bi roj mezin dibe heye. Hêza ku tundiya zilam xelas bike, piştevaniya jinê ye. Ji bo ku em vê piştevaniyê bidin jiyîn, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   MA / Ergîn Çaglar