Jinên ciwan ên HDP'yî: Em ê bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv 2019-02-20 12:23:45 AMED - Jinên ciwan ên HDP'yî li Amedê konferansek li dar xistin û "faşîzma desthilatdar" nîqaş kirin. Jinên ciwan gihîştin biryara dê di şexsê Leyla Guven de ji pêvajo re bibin bersiv û polîtîkayên zayendiya azadîxwaz berbelav bikin.    Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê dawiya hefteya bihûrê li Amedê konferansa bi şîara "Civaka azad bi jina azad mimkin e" li dar xistin. Ji bajarên herêmê û Tirkiyeyê 300 delege beşdarî konferansê bûn. Di rojev konferansê de tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên di pêşengiya Leyla Guven hatin destpêkirin û her wiha polîtîkaya desthilatdara AKP-MHP'ê ya li dijî jin û zarokan ku wek mijara "faşîzma desthilatdar" girtin dest hebû û nîqaş kirin.    Jinê ciwan di encama nîqaşên kirin de li dijî polîtîkayên deshtilatdariyê afirandina qadên xweser kirin armanca xwe. Jinên ciwan gihîştin biryara dê li dijî zîhniyeta desthilatdar û tecawizkar, polîtîkaya zayendiya azadîxwaz li nav hemû civakê belav bikin û bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv.    'JIN WÊ BERXWEDANA WÊ MEZIN BIKE'    Ji beşdarvanên konferansê Emîne Kaya çalakiya grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Guven dest pê kir bibîr xist û got: "Wê jin berxwedana Leyla Guven mezin bikin. Wê jin bi hişmendiyek azadîxwaz xwedî li çalakî û pêvajoyê derkevin."    'LI DIJÎ YEKPERESTIYÊ EM Ê PIRDENGIYÊ MEZIN BIKIN'    Yagmur Kaya ya ji Stenbolê beşdarî konferansê bû jî anî ziman ku ew ê li dijî yektîpkirina desthilatdariyê rawestin û got: "Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdarî û dewletê yên zayendperest û tune hesibandina jinan bi berxwedanê bersiv bidinê. Li dijî yekperestiyê em ê pirdengiyê mezin bikin û berbelav bikin. Em ê li dijî polîtîkayên pişaftin û zextan jî li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin."    ‘SEMBOLA BERXWEDANA SEDSALA 21’EMÎN E'    Kaya diyar kir ku çalakiya Leyla Guven yek ji remza berxwedana sedsala 21'emîn e û got: "Berxwedana Leyla Guven li dijî tecrîd û tunekirina gelê kurd e. Çalakiyek herî bi rûmet e. Ji ber vê yekê li şûna dewlet û desthilatdarî bi sê mayûmanan bileyîze divê deng bide dengê Guven. Ez bang li hemû sazî dezgehên jinan ên netewî û navnetewî dikim ku xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin."    Kaya da zanîn ku di şexsê jinan de nasnameya gelan tune tê hesibandin û got: "Helbet em deh kes jî bimînin em ê dest ji têkoşîna jinan bernedin." Yagmur got yek ji mijarên nîqaşa wan hilbijartina herêmî bû û ji bo xebatên hilbijartinê di bin bandora polîtakaya zextan de nemîne dê bi şev û roj bixebitin.   'AGIRÊ BERXWEDANÊ PÊXIST'    Ji beşdarvanên konferansê Îpek Aldemîr jî da zanîn ku wan bi armanca bi hêz bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan û civakê vê konferasnê li dar xistine û got: "Em ê wek jinên ciwan bersiva hemû polîtîkayên neyînî yên li ser jinan û civakê bidin." Aldemîr diyar kir ku Leyla Guven wezîfeyek dîrokî da ser milê xwe û got: "Wek jinekê li dijî tecrîdê di refa pêş de girt û agirê berxwedana pêxistiye."   'BI TIRS HAT BIXWEEWLE VEGERIYA'    Jînda Aslangoz jî destnîşan kir ku wan bi pêkanîna konferansê hemû tirsê belav kiriye û ew bi tirs hetiya konferansê lê piştî konferansê ew bi xweewle dîtiye.    Şevval Aval a ji Wanê beşdarî konferansê bû jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Berxwedana Leyla Guven tenê ne ji bo dawîlêanîna tecrîdê ye, di heman demê ji bo tecrîdkirina jinan û tevahiya welat e. Ji bo jinek ji vê re bû pêşeng em bi serbilindin û wêrekiyê da me. Konferans xurt û xweş derbas bû."