Jinên Rojhilatî ji Guven re name şandin: Berxwedana te hemû sînor derbas kirin 2019-01-29 16:44:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Rojhilatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven, name şandin û gotin: "Hevala Leyla, berxwedana te li hemberî deselatdariya faşîst û zêhniyeta zilamsalarî ku di heman demê de ji bo tevahiya mirovatiye, ji bo aştî û aramîye ye hemî sînûran derbaz kiriye.    Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 83'yemîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 70'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 44'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 45'emîn de berdewam dike.   JINÊN ROJHILATÎ PIŞTGIRÎ DAN GUVEN   Jinên Rojhilatî nameyek şandin û piştgiriya xwe anîn ziman. Nameya Jinên Rojhilatî wiha ye:      "Hevala Leyla, berxwedana te li hemberî deselatdariya faşîst û zêhniyeta zilamsalarî kû di heman demê de ji bo tevahiya mirovatiye, ji bo aştî û aramîye ye hemî sînûran derbaz kiriye. Niha di astekê deye ku dikare hêz û îrade bide hemî tevgerên siyasî û bi taybetî tevgerên jin kû li hemberî deselatdariye takperest û zalim li berxwe diden. We bi hemî awayî xwe xistiye xizmeta siyasetek mirov dost ku tije jiyanê ye û wateyek nû bi çemkê berxwedan daye û bûne dengê hemî azadîxwazan. Faşîzim û deselatxwazî ku berhema zihniyeta zilam e, bi hezaran sale êriş dike ser Rojhilana Navîn û Kurdistan û ji bo wan êrişên jî xwe dispêre piştgîriya ku ji sîstema kapîtalîsm û newlîbralîzmî digre.    HEVKARIYA JIN DIKARE BIBE ALTERNATÎF    Niha bûye mezintirin xeterî ji bo jin û civakê. Deselata ku rêz ji yasayen xwe jî nagire û hemî peymanên navneteweyê li berçav nagire, di hemanê demê de peymanê Neteweyen Yekbûyî ya sala 2015 sebaret bi girtiyan jî li berçav nagire. Ji ber vê em bawer dikin ku hêz, îrade, yekîtî, hevkarî û pêşengiya jin dikare bibe alternatîvê rewşa niha. Li dijî vê deselata zalim bibe çavkaniya hêvî û bawerî ye. Di vê mijarê de em hêz ji rêbaz û xebatê we ya azadîxwazî digrîn û di vê bawerê dene ku emê dikarîn dîwara helweşînîn û sîstema dîktatoriye birûxênîn.    EM DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Em wekî hejmarek ji jinên Kurd bi îmzakirina vê nameye radigihênîn ku ji amanca gireva we fêm dikin û piştgîrîya we û hemî çalakvanên din dikin ku niha beşdarî çalakiyen gireva birçîbûnê li welatên cûda bûne. Bang li jinên çalak, xwedî helwêst û azadîxwaz dikin ku bibin dengê we û hemê ew jinên kû ji bo mirovatiye û aştî têdikoşin û daxwazê dikin ku bi lez tecrîd bidawî bibe û hemî girtiyan azad bibin.   Jinên Rojhilata Kûrdistan."