Fîlîz Buluttekin: Em dê li Sûrê ji nûve vîna gelan ava bikin 2019-01-28 09:02:14 AMED - Namzeta Hevşariya Sûrê ya HDP’ê Filiz Buluttekin, diyar kir ku dê li navçeya Sûrê li diji polîtikayên bişaftinê ji nûve vîna gelan ava bikin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijaritan rêveberiyen herêmî ya 31'ê Adarê di 23'ê Çile de namzetên xwe diyar kirin. Yek ji namzetên hatin diyar kirin Namzeta Hevşaredariya Sûrê ku di 2'ê Kanûna 2015’an de bi tang  û topan hat dorpêç kirin û hêj li 6 taxan qedeya ketin û derketina kolanan berdewam dike ye. Li Navçeya Sûrê di serdema qedexeya kolanan de 87 avahiyên tescillî û 247 avahiyen ku hêjayî tescilê ye, bi giştî 334 xaniyên dîrokî û çandî bi kepçe, tang û topan hatin xerakirin û li şûna wan xaniyên TOKÎ hatin avakirin. Warên dîrokî yên ku heta 8 hezar sal dîroka wan heye piştî hatin xerakirin hafizaya bajar winda bû. Namzetên Hevşaredariya Sûrê yên HDP'ê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemir piştî hatin hilbijartin dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Namzeta Hevşaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn, piştî wek namzet hat hilbijartin, têkildarî proje û xebatên ku bike axivî. Fîlîz Buluttekîn, ku ji navçeya Pasûrê ya Amedê ye, dayika 3 zarokan e. Buluttekin, di salên 1993'an de piştî gundê wan hat xerakirin ji Pasûrê koçî Amedê kir. Buluttekîn, li gel malbata xwe li navçeya Sûrê bi cih bûn. Buluttekîn ku li 26 bajaran wekî koçber jiya, di gelek saziyên jinan û zarokan de xebat meşand. Buluttekîn ku demek dirêj di nava xebatên li Surê de cih girt, di 3 mehên dawî de hevserokatiya HDP'ê ya Amedê dike. Buluttekin ku di serdema qedexeya kolanan a Sûrê de yekser bû şahidê şer û bûyeran, diyar kir ku piştî hat hilbijartin dê berî her tiştî dawî li feraseta qeyûm bîne û vîna gelan ji nûve ava bikin.    ‘HEZAR Û 500 XANÎ ÎZOLE BÛN'   Buluttekin, diyar kir ku piştî namzetiya wê diyar bû, li navçeya Sûrê mal bi mal, tax bi tax digere û yek bi yek li pirsgirêk û daxwazên malbatan guhdar dike û wiha got: "Li sûrê nêzî Hezar û 500 xanî bi temamî hatine dorpêçkirin û izole kirine. Niha xaniyên ku nû li Sûrê ava dikin, li dijî tora çandî û civakî ya Sûrê ye. Li dijî vê avakirina nû ya Sûrê têkoşîna me ya hiqûqî û siyasî berdewam dike. Li Sûrê çand û şopa gelên Kurd, Suryanî, Ermenî, Keldanî û gelên din hene. Hemû gelên li Sûrê bi baweriyên xwe yên cuda di nava hevde bi dostanî dijiyan. Em dê li dijî vê projeya xerakirin û îzolekirinê çand û civakiya berê, vîna gelan ya berê ji nûve ava bikin. Em dê nirxên çandî û dîrokî ji nûve ava bikin û biparêzin."    ‘LI ŞÛNA WARÊN DÎROKÎ BETONÊ PÊŞ DIXIN'   Buluttekîn, destnîşan kir ku li ser navê veguhestina bajar hemû reng û ruyê Sûrê yê civakî, çandî û baweriyê xera dikn û li şûna wê xaniyên beton ava dikin. Van xaniyên betonî bi pereyekî pir zêde difiroşin welatiyan. Welatiyên ku berê xaniyên wan li wir bû, piştî xaniyê wan hat xerakirin û li şûna wan xaniyên nû hatin avakirin hêza wan tune van xaniyên nû yên beton bikirin. Piştî qeyûm hat, nexşeya taxê hat guhertin û çanden ji nirxên civakê dûr ava dikin. Çawa ku qeyûm tayîn kirin ewil cih û warên jinan, zarokan û ciwanan girtin. Jin ji civake dûr xistin. Xwestin jinan têxin xizmeta bav bira û malbatê. Lê em armanc dikin ku pergala şaredariya ekolojîk, azadiya jinê û vîna gel esas digire pêş bixin. Em dê şaredarkiya ku vîna gel esas digire pêş bixin. Gel dê vîna xwe têde bibîne. Bi xwe biryarê bide û bi xwe tev li biryaran bibe. Ji jiyana civakî heta xizmeta navçeyê dê vîna gel û biryara gel esas bê girtin. Gel dê karibe bi hesanî bê avahiya şaredariyê û pirsgirêkên xwe parve bike. Niha şaredariyên ku qeyûm tayîn bûne bûne wekî qereqolê. Avahiyên Şaredariyê bi blokên betonê hatine pêçan. Ji bo welatî derbasî şaredariyê bibe di nokteyên lêgerînê û nava betonê re derbasi şaredariyê dibin. Ji ber vê yekê welatî naxwazin biçin şaredariyê."     LI SÛRÊ BIŞAFTINÊ PÊŞ DIXIN'   Buluttekîn, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî Şaredariyê kirin li Sûrê polîtîkayên bişaftinê xistin meriyetê û wiha berdewam kir: "Dixwazin di nava kolanên Sûrê û gelê Sûrê de çanda tiryak, fihûşê pêş bixin. Dixwazin jin û ciwanan ji pêşeroja wan dûr bixin. Dixwazin pêşeroja gelê Sûrê tarî bikin û enerjiya wan pûç bikin. Em dê berî her tiştî li dijî vê yekê têbikoşin. Qeyûm piştî tayîn bû, zeviyên şaredariyê û zeviyên gel firotin. Berî her tiştî vîn û nirxên gel xezp kirin."    Buluttekin, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina hemû gelê Kurt gelên din e. Hevseroka KCD'ê Leyle Guven li dijî tecrîdê 82 rojin di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Di 4-5 hilbijartinên dawî de em di şertên faşizan de dikevin hilbijartinê. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî heman tişt hebû. Lîstik, hîle, dizî û astengî hebûn. Cihê sindoqan guhertin. Cihê hilbijêran guhertin, destûr nedan ku hilbijêr biçin ser sindoqan. Niha jî hilbijêrên sexte qeyd dikin. Lê em bi gelê xwe bawerin. Gel dê bersîva qeyûman bide. Bi taybetî gelê Sûrê dê tevî hemû êrîşan bersîvek gelek mezin bide. Vê carê li şûna 102  şaredariyan em dê 150 şaredaiyan bi dest bixin."    MA / Esra Solin Dal