Jin mitînga ‘Dê azadî qezenc bikin” li dar dixin 2017-11-03 13:42:44 AMED – TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, dê di 11’ê Mijdarê de li Amedê mitînga “Dê azadî qezen bike” li dar bixe. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca banga tevlîbûnê li jinan kir û got: “Dê jin bi reng û tilîliyên xwe azadiyê biqîrin. Ocalan tekane mifteya aştiyê ye. "  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 11’ê Mijdarê li Amedê, bi dirûşmeya “Dê azadî qezenc bike” mitîngê li dar bixe. Têkildarî mîtîngê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Paramentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, aktivîstên YJA û endamên jin ên partiye beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Uca, di civîna çapemeniyê de wiha got: “Jin dê roja 11’ê Mijdarê mîna “Roja azadiyê” qebûl bikin. Li dijî tacîz, tecawîz, tundî û tecrîta girankirî ya li ser Birêz Ocalan, divê jin dengê xwe yê azadiyê bilindtir bikin û xwedî li wê rojê derbikevin.”   Uca, anî ziman ku jinên kurd di pêjoyek dîrokî re derbas dibin û wiha bilêv kir: “Qeyûmên tayînê şeredariyên me hatin kirin, dijminantiya jinê di hewîn in. Pergala hevserokatiyê kirin hedef û hevserokên, KJA, saziyên jinan û ajansa nûçeyan a jinan girtin. Di vê pêvajoyê de komkujî, komplo û tecrît qet kêm nebûn.”      'JI BO DAWÎ LI TECRÎD Û TUNDIYÊ BÊ HEMÛ JIN TEV LI MÎTÎNGA ÎSTASYONÊ BIBIN'   Uca, destnîşan kir ku li hemberî pêvajoya şer a tê jiyîn, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tekane mifteya aştiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo bi dawî anîna tecrîta li ser Ocalan û ji holê rakirina tundiya li ser jinan em hemû jinan vedixwînin, mitînga Qada Îstasyonê. Dê jin bi reng û tilîliyên xwe carek din li Qada Îstasyonê azadiyê biqîrin”    Piştî axaftina Uca civîna çapemeniyê bi dawî bû.