Jin dê bi şîara 'Ne koletî, îsyan heye’ tev li 25’ê Mijdarê bibin 2017-11-03 09:18:07 ENQERE – Pîrebokên Kampusê, dê bi şîara “Ne koletî, îsyan heye” di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî  de çalakiyên cûda li dar bixin.  Rêxistinên jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, li dijî tundiya li ser jinê, tacîz, tecawîz û pêşnûmeyên qanûnî yên Meclîsê de hatin erêkirin, bername amade kirin. Pîrebokên Kampusê jî, dê bi şîra “Ne koletî, îsyan heye” xwe amade dike ku li qadan jinan kom bike.      ‘LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ TÊKOŞÎNA JINÊN BIRÊXISTINKIRÎ HEYE’   Yek ji Pîreboka Kampusê Hatîce Goz, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze jinan hepsî malê bike û wiha axivî: “Desthilatdarî mudaxileyê şort û kenê jinan dike. Dixwazin polîtîkayên wiha meşrû bikin. Zayendperestiya civakî derketiye lotkeya herî jor. Lê li dijî vê têkoşîna rêxistinkirinek bi hêz a jinan jî derketiye holê. Desthilatdarî ji me ditirse. Em di ferqa vê dene. Berî 10 salan femînîst wisan bi hêz ne derdiketin koçeyan û evqas deng bilind nedikirin. Gotinên Erdogan ên ji bo ‘Qanûna Miftîtiyê’ yên ‘Hûn bixwazin jî, ne xwazin jî dê ev qanûn derbas bibe’ kirin, bûn sedam bertekên jinan.”    ‘DIVÊ EM ALIYÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ LI KOÇEYAN AVA BIKIN'    Goz, da zanîn ku divê îsyan, hêz û rika jinan derbikeve holê. Goz, anî ziman ku divê zemînin jin hîn zêdetir bên gel hev werin avakirin û wiha bilêv kir: “Em dikarin li ser, gelo em dikarin hîn zêdetir çibikin? nîqaş bikin. Wê demê em ê karibin di qadên birêxistinkirî de jinan bînin gel hev. Tenê bi nîqaşê nabe, divê em aliye têkoşînê yê li koçeyan jî ava bikin. Em di 25’ê Mijdarê de li dijî qanûnan dengê xwe bilind bikin û rengê têkoşîna xwe diyar bikin. Divê em nîqaşên vê yekê bikin.”      ‘İTAAT YOK İSYAN VAR’ ŞİARIYLA 25 KASIM’A'   Goz, destnîşan kir ku dê di navbera 17-25’ê Mijdarê de dê panelên vekirî li dar bixin û wiha bi dawî kir: “Dê hiqûqnas, akademisyen û parlementer beşdarî panelan bibin. Muhafazartî û zayendperestiya di perwerdê de rast rast jin kiriye hedef. Kampanya me da dest pê kirin, ne tenê li dijî ‘Qanûna Miftîtiyê ye’, di heman demê de li dijî pêkanînên zayendperest û perwerdê yên dijminê jinane. Li hemû qadan em ê civînan li dar bixin. Ev pêvajo dê me heya 25’ê Mijdarê bibe. Divê hemû jin baş zanibin pêvajoyek 25’ê Mijdarê li benda me ye.”