'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin' 2017-11-01 14:21:57 AMED - Şaredariya Rezanê, xwest Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê ji zilaman re jî veke. Lê jinan bertek nîşanî vê yekê dan. Jinên di bazarê de dixebitin, diyar kirin ku zabitayên şaredariyê bi armanca çavtirsandinê ceza li wan dibiri û bazarvanên zilam bi kêr û satorê êrîşî wan kirin.   Şaredara Rezan a Amedê, biryar da ku  Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê ya li Taxa Rezanê hatiye avakirin û nêzî 200 jin tê de dixwebitin, hefteyê roja Şemiyê ji zilamên bazarvan re veke. Jinan ev yek şermezar kirin û bertek nîşan dan. Di hefteya borî de jinan li ber Şaredariya Rezanê çalakî lidarxistin û bertek nîşanî biryarê dan. Jinan bi Şaredara Rezanê Bîrsan Kaya ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DPB) hat avêtin re hevtîn kirin. Lê ligel vê yekê Kaya di biryara xwe de israr kir.    ŞAREDAR Û QEYMEQAM LI HEV KIRIN   Derket holê ku ji bo avakirina qereqola li cihê bazara semta taxa Kaynartepê qeymeqamtiya Rezan û Şaredariya Rezanê li hev kirin. Jinên ku bertekên xwe yên li dijî biryarê didomîn in, xwestin ku li ber Şaredariya Rezanê daxuyanî bidin. Polîsan bi hinceta Waliyê Amedê di çarçoveya OHAL’ê de çalakî qetdexe kirine, daxuyanî asteng kirin. Li ser vê yekê jin derbasî Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê bûn û daxuyanî li vir dan.      'EM Ê MAFÊ XWE BIPARÊZIN'    Li ser navê jinan Nurdan Saltik daxuyanî da û wiha axivî: “Nêzî 7 mehane di bin navê ‘Kontrol kirinê de’ zabitayên Şaredariya Rezanê zextan li me dike. Midûrê zabiteyan ev 3 mehin dibin navê kontrole de, ji bo jinan bêzar bikin cezayan dibirin. Bêyî ku sedemek heye 10 roj cezayê dezgehê nevekirinê didin jinan. Şaredariyê em û zilamên bazarvan anîn gel hev û di civînê de xwest em bi 400 zilamên bazarvan re bixebitin. Em xebat wisan qebûl nakin. Çawan ku derfetan didin zilman, divê wan derfetan bidin me jî. Hevjînê hevaleke me ya di bazarê de bi çekê birîndar kir û niha dinava nivînan deye.  Ji ber mijara vê bazarê bi satoran êrîşî min kirin. Berê jî hevalbenda min kêr kirin. Rêyên em digirin û gef li me dixwin. Hîna jî ji ber cihê bazarê gef li me dixwin. Em mafdarin û heya dawiyê em ê mafên xwe biparêzin.”    Berpirsa bazarê Guler Denîş jî axivî û wêneyên bêxeyî hiştina bazara jinan nîşan da. Demîş, diyar kir ku bi salana  bi keda destê xwe dibin her şert û mercî de xwedî li bazara xwe derketin. Demîş, anî ziman ku dê li dijî vê pêkanînê têkoşîna xwe bidomînin û dê li dijî avakirina bazara zilam derbikevim