Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe 2018-11-27 09:10:48   WAN - Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr ku piştî hatin îxrackirin jî dev ji kar û barên sendîkayê bernedan, tevî pitikên xwe sibehê tên sendîkayê û heta êvarî dixebitin. Herdu jinan got: "Ji bo em welatekî demokratîk ji bo zarokên xwe biafirînin em têdikoşin."    Du jinên piştî bi KHK'ê hatin îxrackirin, bêyî navberê bidin kar û barên xwe yên sendîkayê didomînin. Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr, tevî pitikên xwe her sibeh diçin avahiya Egîtîm Senê û heta êvarî dixebtin.    LI SENDÎKAYÊ JI BO ZAROKAN CIH TUNE NE    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku li odeya xwe ya Egîtîm Senê hem karê xwe dike û hem jî li pitika xwe dinere, anî ziman ku peywira wan jina ew e ku biguherînin û veguherînin û ji bo vê jî ji bo rêxistinbûyînê û serwextbûyînê tev digerin. Sayyîgît, diyar kir ku jinên xwedî zarok êdî bêtir diçin sendîkayê û got: "Jixwe ji bo em welatekî demokratîk û azad ji bo zarokên xwe biafirînin têdikoşin. Li sendîkayê cihekî ji bo zarokên me tune ye û ev barê me girantir dike, lê dîsa jî em dixebitin û ji bo serketinê baweriya me zêde ye. Ji bo em ji qada xebatê dûr bikevin pergalê em îxrackirin, lê belê wekî dayîk em vê yekê li sendîkayan jî dibînin. Lê em jin tim li her derî bûn, em ê tim hebin."    Sayyîgît, destnîşan kir ku piştî hat îxrackirinê bêtir bala xwe daye ser kar û barêns endîkayê û got: "Ev ji bo birêvebirina karên sendîkayê tiştekî baş e, lê piştî em hatin îxrackirin em mecbûr bûn di warê aborî de alternatîfan ji xwe re çêbikin. Adaptebûyîna vê rewşa nû hinekî zehmet bû. Rê û rêbazeke bi salan e em di nav de bûn hebû, lê nîvê şevekê ev yek bi KHK'yekê hat serobinokirin. Jixwe tişta pergalê dixwest jî ev bû; me bitepisîne, bêdeng bike... Lê em hay ji vê yekê hebûn û ji bo vê em têdikoşin. Li hemberî her cure pêkanînên antîdemokratîk û bêhiqûqîtiyê em bêtir tev digerin. Tevî hemû zor û zehmetiyên pêvajoya îxrackirinê derxistin pêşiya me, dîsa jî me dev ji têkoşînê berneda."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'    Sayyîgît, bilêv kir ku îxrackirin û tayînkirina qeyûman bera heman ferasetê ye û jixwe wexta mirov muxalif be dibe hedefa îktîdarê. Sayyîgît, diyar kir ku di çarçoveyeke demokratîk têkoşîna wan dewam dike û ji bo hilbijartina aherêmî jî got: "Di hilbijartina herêmî de em jin em ê bersiva evan pêkanînan bidin û destkeftiyên xwe yên haatine binpêkirin bi dest bixin. Ev hem wek perwerdekareke jin hem jî weke welatiyekî berpirsiyariya min e. An jê dê dîrok ne kesên nemafdar, kesên li hemberî vê bêmafdariyê serî ranekirine bidarizîne. Loma hilbijartina herêmî ji bo me girînd e û wê bibe bersiveke baş. Helbet rêya me dûr û dirêj e, lê emê tevî gelê xwe teqez bi ser biekvin."    ‘JI BO AZADIYA ZAROKAN EM LI BER XWE DIDIN'    Rêvebera SES'ê Mesûde demîr jî, ji roja keça wê Lora Nûda hatiye dinyayê tevî wê kar û barên xwe yên sendîkayê dike. Demîr, anî ziman ku tiştên qewimîn tiştên zehmet bûn û got: "Em ji sibehê heta êvarî li sendîkayê ne. Her der ji bo zarokan ne guncan e, lê em ji bo azadiya wan li ber xwe didin. Ji ber vê em bi van zor û zehmetiyan re jî rû bi rû dimînin. Lê hesasiyeta hevalên me yên sendîkayê jî muhîm e. Mesela di nav civînê de gelek caran keça min diqîre û motîvasyonê belav dike. Carinan metna me ya çapemeniyê diqetîne. Hevalên me ji bo vê hesas tev digerin. Ev rewşeke girîng e."    'KEDA ME HAT XESPKIRIN'    Demîr, destnîşan kir ku piştî hatine îxrackirin helbet bi pêvajoyeke zehmet re rû bi rû mane, lê belê jin bi salan e li hemberî feraseta zilam têdikoşin. Demîr, diyar kir ku pergal dixwaze wan hepsî malê bike û ji bo vê jî tekane rê têkoşîneke rêxistinbûyî ye. Demîr, destnîşan kir ku rêxistinbûyîna sendîkayî jî di warê xespkirina kedê de qada herî girîng a têkoşînê ye.    ‘DIVÊ JIN XWEDÎ LI HEVSEROKATIYÊ DERKEVIN'    Demîr, destnîşan kir ku di hilbijartina herêmî de divê pêşî gel bersiveke baş bide pergala qeyûman û got: "Bi taybetî jî di vê pêvajoyê de têkoşîna jinên rêxistinkirî û polîtîk pir girîng e. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê xwedî li pergala hevserokatiyê bê derketin."