Buldan: Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e 2018-11-25 14:27:02   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'e ya Pervîn Buldan, bal kişand ser Erdogan ku li Amedê Qeyûm disa namzetê şaredariyê nişan da û wiha got: “Ew dê winda bikin. Li Kurdistanê em de dîsa şaredariyan bi dest bixin. Em dê li Amedê jî, li Stenbolê jî û li Edene û Mêrsînê jî şaredariyan ji destê faşîzma AKP-MHP'ê bistînin. Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Diji Tundiya li Jinê beşdarî civîna taştê ya partiya xwe ya rêxistina Arnavûtkoy a Stenbolê bû. Bûldan 25'ê Mijdarê nirxand û got: "Ked û berdêla ku hevrêyên min ên jin di nava vê têkoşînê de dane gelekî watedar e. Tundiya li dijî jinê polîtîk e. Zîhniyeta mêr hewl da têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê têk bibe. Lê jinan tu carî dest ji têkoşîna azadî û wekheviyê bernedan."  Bûldan diyar kir, jin her dem li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtin û bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a li Girtîgeha Amedê li dijî tecrîdkirina Oclaan ketiye greva birçîbûnê. Buldan, destnîşan kir ku Leyla Guven 18 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Leyla Ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi grevê kir.  Li Îmraliyê tecrîd di nava tecrîdê de heye. Nêzî 3.5 sal in nikare parêzer, malbat û heyetên siyasî bibîne. Mafê wî yê nivîsandina nameyan, axaftina bi telefonê tê astengkirin û têkiliya wî ya bi derve re hatiye birîn. Çawa ku rol û mîsyona Birêz Ocalan a di pêvajoya aştî û têkoşînê de ji bo paşeroja vî welatî girîng bû, yên ku niha tecrîdê ferz dikin baş pê zanin ku Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd 'xeta sor e' Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ne ya qebûlkirinê ye ku destûr neyê dayin mirovek xizmên xwe bibîne û dengê wî li girtîgehê asê bê hiştin. Ji bo paşeroja vî welatî, ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, em careke din dixwazin bêjin ku divê tecrîdkirina Birêz Ocalan biqede. Bi vê wesîleyê em Leyla Guven silav dikin û bejna xwe li ber çalakiya wê bi rêzdarî ditewînin."   ‘EM DÊ BI RUHÊ SEFERBERIYÊ XWE AMADE BIKIN'   Buldan, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û polîtîkayên AKP-MHP'ê jî û wiha axivî: "AKP û MHP li ser HDP'ê polîtîkaya tundiyê pêş dixe. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li dijî HDP'ê pêvajoyek dan  destpêkirin.  Wekilên me, hevşaredar û hevserokên me girtin. Niha dîl hatine girtin. Hilbijartin ji bo me wekî referandumê bi qîmet e. Em dê ji bo hilbijartina 31'ê Adarê bi ruhê seferberiyê têbikoşin. Em dê bi ser bikevin. Gel tu carî vîna xwe teslimî kesî nekir û tu carî teslîm nake. Xwestin me asteng bikin, lê bi ser neketin. Dê di 31'ê Adarê de jî bi ser nekevin.    EM DÊ LI DIJÎ ÎTÎFAQA CUMHUR ÎTÎFAQA GEL AVA BIKIN'    Buldan, destnîşan kir ku ew dê li dijî îtîfaqa Cumhur îtifaqa gelan ava bikni û wiha lê zêde kir: "Em alîgirê demokrasî, aşxtî û azadiya gelan in. Em dê tevî hemû astengiyan li hemû Bajarên Tirkiye yekîtiya xwe ava bikin. Em dê li Kurdistanê yekîtiyên Kurdan, li Tirkiye jî yekîtiyên nasnameyên din ên gelê Tirkiye ava bikin. Em dê şaredariyên Amedê jî, Stenbolê jî,  Edene û Mêrsînê jî ji destê wan bistînin."    Buldan, bal kişand ser girtina Demîrtaş û biryara DMME'ê û wiha bi dawî kir: "Li gel biryara DMME'ê girtina Demîrtaş a li girtîgehê li dijî hiqûqê ye.