Wê jin Taksîmê boyax bikin: Werim em bi hev re biguherînin 2018-11-24 09:04:37   STENBOL - Jin hewl didin îsal bi dirûşmeya "Ji bo şideta zilam tu hincet tune ne. Em ê bêdeng nebin û dev ji mafên xwe bernedin" Tunela Taksîmê bi rengê mor boyax bikin. Jinan bang kirin û gotin: "Werin em bi hev re biguherînin."    Li Stenbolê jinan mehek berê dest bi amadekariyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê kiribû û niha bi hemû deng û rengên xwe ji bo 25'ê Mijdarê amade ne. Wê îsal jî jin bi dirûşmeya "Ji bo şideta zilam tu hincet tune ne. Em ê bêdeng nebin û dev ji mafên xwe bernedin" roja 25'ê Mijdarê Taksîmê bi rengê mor boyax bikin. Ferîde Eralp a di nav Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê de cih digire der barê bernameya 25'ê Mijdarê de raya giştî agahdar kir û bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin.    Eralp, destnîşan kir ku divê her kes di 25'ê Mijdarê de li hemberî behaneyên şideta zilaman li qadan be û got: "Em ê bi hev re li hemberî pergala ku hincetan dide ber me û hincetên wekî krîz, cinet, hesûdî, tahrîk... rewa dike îsyan bikin. Her ku tê gotin jin û mêr ne wekhev in, her ku Serokatiya Karên Diyanetê ya wkeheviya jin-mêr esas nagire bêtir tê erkdarkirin, her ku komele û navendên jinan tên girtin, her ku jin bêtir bi tenê tê hiştin û bêdengkirin şidet zêdetir dibe. Zilam ji hevdu, ji dadgehan, ji çapemeniyê û ji kesên welat bi rê ve dibin hîn dibin. Dibêje 'min got qey tans e, îtibara min herimand, peyam ji kesekî din re dişand, di xwest dev ji min berde, ez ê biçirînim.' Lê bi salan e jin, tevgera jina hay ji evan galgalan heye. Îjar li tevahiya cîhanê bi vê piştevaniyê, bi vê îsyanê digihên hev û dengê xwe bilind dikin."    AMADEKARÎ TEMAM IN    Eralp, diyar kir ku ew her roj li deverên cuda belavokan belav dikin û jinan dawetî 25'ê Mijdarê dikin û got: "Em ê 24'ê Mijdarê saet di 14:00'an de li Kadikoyê bên cem hevdu û belavokan belav bikin. Wekî her sal em ê di 25'ê Mijdarê de li Qada Tunelê bên cem hevdu. Ji bo jiyana me, ji bo mafên me, ji bo em cîhanê bihejînin em saet di 17:00'an de li benda hemû jina ne."    'EM  BI HEV RE ÎTIRAZ BIKIN'   Eralp, diyar kir ku her sal ew li Stenbolê di 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê de Îstiklalê bi rengê mor boyax dikin û dibin hêviya hemû jinan û ew ê îsal jî vê yekê bikin. Eralp, destnîşan kir ku divê jin hemû bên cem hevdu û bi hev re îtiraz bikin û got. "Kuçe jî, jiyan jî, ked jî, beden jî û biryar jî ên me ne. Divê em qet nehêlin zilam, malbat û pergal jiyana me biherimînin. Em ne mecbûr in her roj bên kuştin, şidet li me bê kirin. Guherandina vê bi yekîtiyê pêkan e. Werin em bi hev re biguherînin."    MA / Necla Demir