‘Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin' 2018-11-24 09:02:45   QERS - Jinan ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin û gotin: "Divê em her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê tev bigerin û esas bigirin."    Jinan diyar kir ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê ne rojek tenê ye û ji bo têkoşîn û yekîtiyê bang li hemû jinan kirin. Hevseroka HDP'a Navçeya Navendî ya Qersê Nûriye Erkmen, diyar kir ku di demên dawî de cinayetên jinan zêde bûne û wekî sedem jî îşaret bi polîtîkayên hikûmetê kir. Erkemen, destnîşan kir ku ji bo rê li ber êrîşan bê girtin divê jin bitêkoşin û got: "Divê jin her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê bijîn û tev bigerin û esas bigirin. Divê li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê jin her roj bi ruhê 25'ê Mijdarê li qad, kuçe, çarşî, mal û kargehan bin û ji bo vê bitêkoşin."    Erkmen, diyar kir ku civakek ancax dikare bi têkoşîna jinê veguhere û bal kişand ser HDP'ê ku partiya jina ye. Erkmen qeyûmên hatin tayînkirin bi bîr xist û got: "Bi taybetî qeyûm ji bo pergala hevserokatiyê hatin tayînkirin. Ji ber ji jinan ditirsin, naxwazin welatekî demokratîk û azad çêbibe. Loma divê em jin bên cem hevdu û ji bo welatê xwe tev bigerin û bitêkoşin. Divê em li dor heman mafan tev bigerin û wan biparêzin. Tenê jin wexta bên cem hevdu dikarin dawî li rejîma yekzilamî bînin."    Halîde Hasanoglû ku di nav xebatên jinan ên HDP'ê de cih digire got: "Em her roj bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Bi çareserkirinên mayînde yên civakiyî jin dikarin xwedî li mafên xwe derkevin û wê karibin rê li ber şidet, taciz û tecawizê bigirin." Hasanoglû bal kişand ser destkeftiyên jinan û got: "Bi têkoşîn û hewlwesta jinê gelek destkeftî çêbûn. Di warê azadiya jinê de baweriya min bi hemû jinên cîhanê heye."    Hasanoglû ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kir.