Mêrê gef li jinê xwar û bi wêneyan şantaj kir, hat berdan 2018-09-27 09:15:51 ÊLIH – Li Êlihê, mêrê bi navê P.K., ji bo fuhûşê gef li jina bi navê B.R. xwarin. B.R., giliyê P.K. kir. P.K. hat binçavkirin û piştî îfadedayînê bi hinceta "delîl kêm in" hat berdan.  Li Êlihê, mêrê bi navê B.R. (21), gef li jina bi navê P.K. xwarin. Li gor îdiayê P.K., nexwest B.R. biçe qeyd xwe li zanîngehê çêbike û gef lê xwarin. P.K., ji B.R. got, ger ew biçe qeyda xwe çêbike ew ê wêneyên berê kişandine ji malbata wê û xizmên wê re bişîne. P.R., di 4'ê Îlonê de wêne ji telefona B.R.'yê re şandin, lê belê B.R. wêne jê birin û ji ber van gefan nikare biçe zanîngehê.    ‘GEF LI MIN XWARIN'    B.R., diyar kir ku piştî zanîngeh qezenc kiriye P.K. jê re gotiye "neçe li bajarekî din nexweîne" û got: "Bi dizîka min qeyda xwe çêkir. Lê dema dibistan vebû, ji tirsa neçûm. Di 4'ê Îlonê de wêne ji min re şandin û gef li min xwarin. Her roj li min digeriya, ka li kuderê me. Wexta min digot ez li mal im jî, dihat ber malê û dixwest derkevim pacê an jî şaneşînê. Piştî 4'ê Îlonê ji tirsa wî çi got min kir. Dema min got dixwazim biçim dibistanê, çêr û heqaret li min kirin. Ji tirsa min ji kesî re tiştek jî negot."    B.R. got: "Li hemberî wî tim têkoşiyam. Ji ber wekî din tu rê neman, min hevdîtinên me yên hefteyekê hemû tomar kirin. Carekê pir li ser hev li min geriya û min jê re got naxwazim baixim, lê belê pir hêrs bû. Di telefonê de çêr û heqaret li min kirin. Bi fuhûşê gef li min xwarin. Paşê mecbûr mam van tiştan hemûyan ji dotamam xwe re bêjim."    HAT BINÇAVKIRIN, LÊ HAT BERDAN    B.R., piştî ji dotmam û pismamên xwe re dibêje, diçe giliyê P.K. dike. Piştî giliyê P.K. hat binçavkirin. Di îfadeya xwe ya li emniyetê de li xwe mikur hat ku gef lê xwarine. P.K., diyar kir ku wêneyên wek şantaj bi kar aniye ji telefona xwe biriye. Lê belê P.K. bi hinceta "delîl kêm in" hat berdan û ji bo lêkolînê telefona wî hat desteserkirin.    Piştî vê P.K. vê carê bi telefona diya xwe li B.R.'yêê geriya û jê xwest dev ji gilîkirin berda. Piştî gefxwarinan B.R. jî bi gumana ku dê malbata wê pê bihese dev ji gilîkirinê berda.