Jinên kedkar ên Qerejdaxê: Jinan jiyan afirandiye 2018-08-19 10:24:15   RIHA – Jinên kedkar ên Qerejdaxê bêyî ku jiyana xwe muhtacî zilaman bikin jiyana xwe didomînin û gotin: “Yên jiyan afirandine em in.”    Li Qerejdaxê ya ku li sêgoşeya Amedê, navçeyên Siwêreg û Wêranşarê yên Rihayê de cih digire, ji bo jinan navê jiyanek din a xebatê ye. Jinên li vê heremê dijîn hin ji wan xwedî 8 zarok û hin ji wan jî xwedî 12 zarokin. Lê bes keda jinan a zevî û hundirê malê nayê dîtin. Hin jin li nav zeviyan û hin jî li malê bi berbanga sibê ku tîrêjên rojê derdikevin re dibêjin rojbaş û dest bi kar dikin. Jin ji serê sibê heta êvarê bênavber dixebitin.    ‘EZ TEVAHIYA JIYANA XWE XEBITÎM’    Fatma Mîmkara ya 50 salî û dayika 8 zarokan a li gundê Uçkuyu yê girêdayî Siwêregê dijî dibêje ku ew seranserî jiyana xwe li zevî û li malê xebitiye. Mîmkara anî ziman ku ew zivistanê li navenda Siwêregê dimînin û havînê jî li zeviyên kirê dikin dixebitin. Mîmkara da zanîn ku ew 8 mehê salê bi hevjîn û zarokên xwe yên keçik re li zeviyan dixebitin û wiha behsa kêliyên zehmetiyên jiyanê kir: “Ez 50 salî me û dayika 8 zarokan im. Tevahiya jiyana min bi mezinkirin zarokan re û li nava karê malê û zeviyan derbas bû. Karê ez dikim gelek zehmet e, lê êdî ez zoriyê hîs nakim. Çimkî ez hîn bûme û ji neçarî dixebitim.”    ‘YÊN JIYANÊ LI VIR AFIRANDIN E JIN IN’    Xezal Mîmkara a ji heman gundî jî diyar kir ku ew di nav zehmetiyên jiyanê de dikenin û wiha got: “Jiyan zor û dijwar e. Lê bes em jiyana gundan bi ya bajaran nadin. Li Qerejdaxê jiyan gellek dijwar e. Yên ku li vê devera me jiyanê afirandiye jin e. Jin bi tîrêjên rojê re dest bi rojê dikin. Heta êvarê tarî dikeve erdê em dixebitin. Li vê erdnîgariyê jiyan wisa ye. Hemû bar li ser pişta jinan e. Zilamên herêma me wek jinê kedar nînin. Tu bendewariya me jî ji zilaman nîne. Bila tev li me nebin, em tiştekî din naxwazin. Hemû dijwariya jiyanê li ser milê jinê ye.”   ‘MIN JI LÎSTIKÊ ŞANDIN MALA ZILAM’    Zeynep Okten a li tax Munît a Siwêregê dijî yek jina li malê hatiye girtin û dayika 12 zarokan e. Okten di 13 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve tê zewicandin û ew dibêje dema zewicî ew hêj li kolanê pêlîstokan dileyîst. Okten wiha behsa jiyana xwe kir: “Rojek ez li kolanê bûm dayika min bangî min kir. J imin re got ‘êdî dema zewaca te hatiye û êdî divê tu li kolanan neleyîzî.’ Hêj min tiştek jiyanê fêm nekir, min dît ku ez li mala zilam xwe dît. Piştî ez zewicîm rojek ez serê xwe rakim min nedît. Ez 55 salî me. Lê ez wek 70 saliyan xuya dikim. 12 zarokên min hene. Min yek bi yek qehra wan kişand û ez hêj dikişînim. Ez berbanga sibê radibim ewilî êm û ava sewalan didim wan û pişt jî ez ji zarokan re taştê amade dikim. Pişt re jî ez çêlekên xwe didoşim û karê malê dikim. Ez bi tena serê xwe dikim. Bûk û keça min jî alîkariya min dikin. Ji serê sibê heta derengiya êvar em dixebitin. Ev 40 sal e jiyana min wisa derbas dibe.”    BI NEVIYÊN XWE RE ZAROKATIYA XWE DIJΠ   Saadet Demîrkaya (70) ya li heman taxê rûdinê jî jiyana wê ji jinên din ne cuda ye. Demîrkaya diyar kir ku ew niha li nevî û sewalên xwe dinêre û got: “Ez serê sibê ewil radibim nimêja xwe dikim û pişt re êm didim sewalên xwe. Ez tevahiya jiyana xwe xebitîm. 15 zarokên min hene, lê ez hejmara neviyên xwe nizanim. Min zarokatiy xwe nedît, lê niha wê zarokatiyê bi neviyên xwe re dijîm. Ez bi wan re lîstikan dileyîzîm. Min gelek êş û mirin dîtin. Van destên min gellek xebitîn û tişt dîtin. Niha jî ez li malê li benda mirina xwe me. Di vê dinyayê de tenê ez xebitîm. Bavê min bi zilamek biçûk re min zewicand. Min ne ji zarokatiya xwe û ne jî ji ciwaniya xwe tiştek fêm nekir. Niha jî ez wan rojan bi neviyên xwe re dijîm.”    MA / Erdogan Alayumat