'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’ 2018-08-16 09:15:39   MERSÎN - Komeleya Jinan a Hilberîna Sîmex a bi armanca avakirina qadên îstîhdamê yên jinan projeyan  bi rê ve dibe, bi projeya Şûştina Oto Melkes Mor, qadeke xebatê ya ji bo jinan ava kir. Komele, armanc dike ku bi projeyên xwe nêrîna civakê ya der barê jinan de jî biguherîne.”    Li Mêrsînê, Komeleya Jinan a Hilberîna Sîmex a bi armanca bi hêzkirina qadên civakî û aborî yên jinan, ji bo nêrîna civakî ya derbarê jinan de bide guhertin cihê şûştina wesayîtan vekir. Komele hedef dike ku piştevaniya jinan dane holê û di çarçeveyên projeyên ava dikin de, jinên mexdûrên tundiya zayendî û fîzîkî bidin xebitandin. Di çarçoveya vê projeyê de 5 jin dixebitin.    JI BO JIN BI HÊZ BIDIN...   Yek ji damezrînerê projeye Seroka Komelya Jinan a Hilberîna Sîmex Devrîm Ozcan, diyar kir ku ji ber projeyên avakirin, li bajêr weke “Jinên nelirê” tên naskirin û wiha axivî: “Em bi projeyên xwe, hîna dinava civakê de hebûna xwe nedaye avakirin. Em hewl didin bi firsedên aborî û civakî keda jinan dîtbar bikin. Rastiyek wisan heye ji bo jin bi hêz bibin divê ew bi xwe aboriya xwe ava bike.”    MELKES JINÊN NELIRÊ TEMSÎL DIKE   Ozcan, anî ziman ku wan herî dawî bi projeya binavê Şûştina Oto Melkes Mor dest vî karî kirin û wiha got: “Qada şûştîna otoyan jî, weke hemû karên din dibin serweriya zilam deye. Ji ber vê me ev cihê kar vekir. Ji navê wê jî diyar dibe, jinên mor temsîl dike. Melkesa me jî jinên nelirê temsîl dike. Tu eleqeya melkes bi paqijkirinê re tuneye. Bi taybetî em naxwazin melkes wisan bê zanîn. Em tenê cudabûnê ava dikin.”   Ozlem, da zanîn ku li Mêrsînê ji bo îstîhdama jinan hin xebat dane pêşiya xwe û wiha bilêv kir: “Em bawer dikin ku bi hêzbûna jinan, bi bihêzbûna aboriyê re derbas dibe. Em weke gelek komeleyên din tenê perwerdaya pişeyî nadin. Piştî perwerdehiyan jin sertîfîkayên xwe digirin, lê dûre nizanîn di kîjan karî de bixebitin û gelek ji wan jî kar nabînin. Ev jî dibe sedem ku moralê wan xerab bibe. Lê em jin îstîhdamê jî ava dikin. Em ji jinan re kar dibînin û hewl didin pereyên xwe bi xwe qezenc bikin. Destpêkê jin bi awayekê biguman projeya me dişopîne. Lê dûrê piştgiriyê dide.”    Ozcan, destnîşan kir ku jinên li kar digirin, li ser medya civakî jî xwe digihînin wan û wiha pê de çû: “Em bi hin fîrma û fabrîqeyên mezin re dixebitin. Em bi hevre pirsgirêkên jinên bêkar çareser dikin. Em bi projeyên xwe hewl didin nêrînên civakê yên li ser jinan bidin guhertin.”   'EM BAŞ DIZANÎN JIN ÇI DIJÎN’   Ozcan, derbirî ku, wan li ser înternetê sîteya bi navê “kolya.com” vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê vê projeya xwe di meha Cotmehê de bikin faliyetê. Em hewl didin pirsgirêkên jinan ên bêkariyê çareser bikin, ji ber em baş dizanin jin çi dijîn.”   ‘MIN XWE LI VÊ DERÊ DÎT’   Ji xebatkarên komeleyê Burçîn Çayirli jî, diyar  kir ku ev du salên karê şûştina wesayîtan dike û wiha axivî: “Li cihek din min ev kar dikir. Destpêkê malbat û derdora min bertek nîşanî min dan. Lê min dest ji karê xwe berneda û bi keyfxweşî karê xwe dikim. Em jin bi hevre dixebitin. Di projeyek wiha de xebitîn, min pir keyfxwe dike. Ewil ji min re gotin tu nikarî vî karê bikî. Lê ez hes dikim wesayîtan bişûm û bi wan re eleqedar bibim. A rastîn min lê vê derê xwe dît û nas kir.”   MA / Ergîn Çaglar