'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin' 2017-10-20 09:24:55 ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî qanûna ku erka mahrbirînê dide miftitiyan û li meclisê de hat erêkirin, dan. Jinan diyar kir ku dê li dijî pêşnûmeyê paşve gav navêjin.   Li gel hemû îtîrazên rêxistinên jinan û partiyên muxalîf pêşnûmaya ku erka mahrbirînê dide miftiyan di Meclisê de hat erêkirin. Jinên bi rojan li dijî qanûnê li kuçeyan serî rakirin û li ber meclîsê çalakî li dar xsitin, bertekên tund nîşan dan. Jinan, diyar kir ku tu wateya erêkirina pêşnûmeyê tune ye û wiha axivîn: “Em ê tu carî paş ve gav neavêjin. Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin, em ê li kuçeyan çalakiyên xwe bidomînin.”     'EM Ê LI KUÇEYAN BIN'   Jina bi navê Emîne Akbaba, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze destên xwe dirêjî hemû qadên jinan ên jiyanê bike û wiha axivî: “Em ê qadên jiyana jinan teslîmê polîtîkayên paşverû yên AKP’ê nekin. Em ê li dijî erka mahrbirînê ya ku didin miftîtiyan têbikoşîn û li kuçeyan bin. Em ê dengê xwe yê li dijî gotinên ku dijminahiya jinan dikin bilind bikin. Dixwazin bi miftiyan mafê me ji destên me bigirin. Em qebûl nakin ku tu qanûn û gotin li ser benda me jinan bên erêkirin û gotin. Çawan ku me got ‘Nabe ku tecawuz bê meşrukirin, kurtaj bê qanûnîkirin’ em ê li ber deriyê meclîs û kuçeyan vê têkoşîna xwe bidomînin.”    'EM DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNADIN’   Denîz Anur jî, da zanîn ku di nava civakê de herî zêde jin çalak in û wiha axivî: “Jinan tu carî koletî qebûl nekir. Ji ber vê yekê tim serî rakirin. Em ê cardin li dijî qanûnê li kuçeyan daxwazên xwe bînin ziman. Em ê daxwazên azadiya jinan, gelan, baweriyan û hemû çandan di çalakiyên xwe de bi lêv bikin. Dê berxwedana jinan,  daxwazên wan di qirika wan de bihêlin. Dibe ku pêşnûme hatibe erêkirin, lê ev nayê wê wateyê ku em ê paşve gav bavêjin. Em ê tu carî dev ji mafên xwe yên me bi kedek mezin bidestxistî bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.”    Siya Aydin jî, bi gotina “Dê têkoşîna me jinan, tarîtiyê ronî bike” bertek nîşan da û wiha got: “Dewlet van êrîşan bi awayekî didomîne. Lê divê hay ji vê yekê heb. Em ê li dijî van êrîşan tim li  ber xwe bidin û li ser piyan bin. Li dijî hemû êrîşên li ser jinan em ê biryara xwe ya têkoşînê nû bikin.”    'EM PAŞVE GAV NAVÊJIN'   Tuana Uguz jî, anî ziman ku qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan mudaxileyî jiyana jin û zarokan dike. Uguz, da zanîn ku ew ê li dijî desthilatdariyê li kuçeyan bin û wiha got: “Ji paşnavan bigirin, di hemû tiştî de alîgirî heye. Ji bo zilaman qanûnên erênî hene, lê ji bo jinan tu carî ev qanûn nehatine naskirin û erêkirin. Her ku diçe mafê jinan ji destên wan tên derxistin. Ji vê saetê û şûn de nabe ku em paş ve gav bavêjin. Ji bo vê qanûnê paş ve bikîşin, em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”