'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’ 2017-10-19 17:08:21   AMED - Jinên Amedî, bertek nîşanî pêşnûmeya erka mahrkirinê dide miftiyan ku di Meclîsê de hat erêkirin, dan û wiha gotin: “Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef xwe birêxistin bikin.”   Pêşnûmaya qanûna erka mahrkirinê dide miftiyan di 18’ê Cotmehê li Lijneya Giştî ya Meclisê hat erê kirin. Berteka jinan a li dijî qanûna destkeftiyên jinan di dizin ranawest e. Jinên Amedî, bertek nîşanî erêkirina pêşnûmeyê dan.     Guler Menteş, desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan destkeftiyên jinan kiriye hedefa xwe û wiha axivî: “AKP ji bo desthilatdariya xwe ava bike ev qanûn erê kir. AKP hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. AKP dixwaze hişmendiya xwe di civakê de erê bike. Êdî çi wateya qanûn ku di meclîsê de tên erêkirin tuneye. Ji ber ku ev hemû qanûn ji aliyê kesê tenê ve tên plankirin. Ew jî Serokomar Erdogan e.”     'LI DIJÎ QANÛNAN EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’   Ayşe Konuş Zengîn jî, diyar kir ku li ser daxwaza Serokomar Erdogan ev pêşnûme di meclîsê de hat erêkirin û wiha got: “Dê bi vê pêşnûmeyê bûyerên îstîsmarê zêde bibin. Ev gefek mezine li ser jinan. Divê jin li djî vê pêşnûmeyê xwe bi rêxistin bikin.”   ‘DIXWAZIN QANÛNÊN ŞERÎETÊ DERBIXIN’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ruken Akça jî, da zanîn ku dixwazin li welat “qanûnên olperestiyê” derbixin holê û wiha axivî: “Dixwazin vîna me jinan tune bikin û hemû tiştî bi qanûnên şerîetê birêve bibin. Ji xwe armanca van qanûnan jî eve. Jinên di AKP’ê de ne xwedî gotin in. Ev qanûn jinan tune dike. Divê jin rêxistina xwe xurt bikin û îtîrazên xwe li qadan biqîrîn. Divê em li dijî qanûnên hişmendiya desthilatdaran derbikevin.”