Jinên Silopiyî ji bo ceyrana hatî qûtkirin, di bin 45 dereceyan de meşiyan 2018-07-11 16:25:38 ŞIRNEX - Li Sîlopiyê avhewaya germê 45 derece ye. Ji roja ku jinan bertek nîşanî panoyên ceyranê yên derxistin derve dan û vir ve ceyrana wan hatiye  birîne. Jinan ji bo ceyrana wan a hat birîn, dibin germa 45 derece de meşiyan.   Li taxa Yenîşehîr a navçeya Sîlopî ya Şirnexê, Şîrketa Lêkolin a Belavkirina Ceyranê ya Dîcle (DEDAŞ) bi îdîaya “ji bo bikaranîna ceyrana qacax asteng bikin” xwest Panoyên Otomasyon ên Jimêrker ên Voltajê Radigihîne (ASOP) bi derve de bike. Lê nêzî 20 malbatan bertek nîşanî vê biryarê dan. Li ser vê yekê rayedaran berî heftiyekê ceyrana welatiyan qût kirin.    DI GERM 45 DERECE DE MEŞIYAN    Gelek jinên bi rojane ji ber nebûna ceyaranê, rewşên zor dijîn bi zarokên xwe re, heya Şaredariya Sîlopî ya qeyûm tayînê wê hat kirin meşiyan. Jinan di meşê de ji ber kelegerma 45 derece, bi kartonan serê xwe ji germê parastin.  Jin li ber şaredariyê heya demekê rûniştin dûr belav bûn.