Zarok rastî îstîsmara zayendî ya etar hat 2018-07-10 17:32:10 WAN – Zarokek keçik a ku xwîna wê der bû, ji bo derman bistîne çû dikana etar O.B. yê 68 salî. Zaroka keçik rastî îstîsmara zayendî ya O.B. hat. O.B. yê girtî bi van gotinan xwe parast: “Ez Walî nas dikim. Midûrê emniyetê nas dikim.”  Li Wanê keçika ji sedî 21 astengdar a 14 salî ji bo xwîna wê ya der bû çû dikana etarê bi navê O.B. yê 68 salî. Keçik li merûzî îstîsmara zayendî ya O.B. hat. Bûyera hat serê zarokê bi çûyîna piştî 3 salan a di rapora bijîşk de derket holê.    Ji bo ku zaroka keçik baş bibe çû gelek nexweşxaneyan lê baş nebû. Derdora wan pêşniyara bila keçikê bibe gel etar li bavê wê kirin. Bav keçika xwe bir cem kesek bi navê O.B. yê li bajar etariyê dike. O.B. got ku ew dikare keçikê derman bike û bi periyotan çû mala malbata keçikê û dermankirina wê pêk anî. O.B. yê cara çaremîn çû mala keçikê û xwest ew bi tenê dermankirina keçikê pêk bîne. Malbata keçikê derket derve û wê demê keçik merûzî îstîsmara zayendî ya O.B. hat.    ÎSTÎSMAR 3 SAL ŞÛN VE DERKET HOLÊ    Piştî dermankirina etar jî derbûna xwîna keçikê ne sekinî. Malbat piştî du salan biryar girt û di kanûna 2017’an de keçika xwe bir Stenbolê û li nexweşxaneyekê derman kir. Bijîşk dest bi dermankirina keçikê kir û bi vê dermankirinê re derket holê ku merûzî îstîsmara zayendî hatiye. Bijîşk li ser vê yekê bi keçikê re sohbet kir û xwest bûyerê jê re vebêje. Zarok ji bijîşk re behsa bûyerê kir û got ku O.B. wê bi îstîsmara zayendî re hiştiye û bûyer wisa derket holê.    EWIL BERDAN PIŞT RE GIRTIN    Piştî bûyer derket holê, malbata zarokê serî li Koperatîfa Karêjn Çandî ya Derdorê ya Jinan a Jiyanê (YAKA-KOOP) da û pîştevanîyê jî wan xwest. Aktîvîstên koperatîfê bi alîkariya parêzeran derbarê O.B. de giliyê sûc kirin. Li ser gilîkirinê O.B. hat binçavkirin û di îfadeyên de hemû sûcdariyan red kir û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Du heftey şûn ve neferên malbata zarokê wek şahid hatin guhdarkirin. Şahidan got ku O.B. kesek ku dikare vê bûyerê bike ye. Li ser vê yekê dozger der barê O.B. de biryara girtinê derxist. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê, O.B. bi sûcdariya “Îstîmsara zayendî ya keyfiyete” girt û ew şandin girtîgehê.    O.B. XWE BI GOTINÊN ‘WALÎ Û MIDURÊ EMNIYETÊ NAS DIKIM’ PARASTIYE    Di 16’ê gulana 2018’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê danişîna ewil a doza O.B. hat dîtin. O.B. got ku amirên mulkî wî nas dikin û xwe bi vî awayî parast. Parêzera zarokê Dîlan Kunt behsa dozê kir û got: “Bersûc ji bo ji cezakirinê xelas bibe her tim digot ‘Ez walî nas dikim û midurê emniyetê nas dikim.’ Van kesên ku qala navê wan dikir jî dermankirina fitiqa pişta wan kiriye. Bersûc di îfadeya xwe de dibêje ku ji malbata keçikê pere sitendiye, lê bes di danişînê de digot ku pere ji malbatê ne sitendiye. Em ê jî bibin şopdarê dozê.”    Danişîna duyemîn a doza O.B. dê di 16’ê tîrmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.    MA / Mahmut Ruvanas