Kerestecîoglu: Pirsgirêka herî mezin nebûna edaletê ye 2018-07-10 11:49:33   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîgolu, nîqaşên darvekirin û xesandinê yên li dijî tecawîzên zarokan nirxand û got: “Ev polîtîkayên rojane yên hêrsa mirovan kêm dikin e. Pirsgirêka harî mezin xwe negihandina edaletê ye.”    Bi zêdebûna tundî û tecawizên jin û zarokan re, nîqaşên darvekirin û xesandinê yên desthilatdariyê zêde bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu, nîqaşên darvekirin û xesandin ên hikûmetê kirin rojevê nirxandin.   Kerestecîoglu, diyar  kir ku tecawiza li dijî zarokan demek dirêj heye û wiha axivî: “Tecawiza li dijî zarokan encama polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê ne. Erka dewletê ewe ku polîtîkayên pêşîlêgirtinê, pêş bixe. Lê tu polîtîkayên zarokan ên dewletê tuneye. Çiqas mafê demokratîk bê sînordar kirin, ewqas jî tecawiza li dijî zarokan pêş dike.  Ji ber ku li welat em zarokan jî bihêz nakin. Em nabin alîkar ku mafê xwe biparêzin. Em li welatekê ne demokrartîk dijîn. Ji ber vê yekê em nikarin bêjiya pirsgirêkên wiha bigirin.”    ‘DIVÊ WEZARETA ZAROKAN BÊ AVAKIRIN’   Kerestecîoglu, anî ziman ku divê wezareta zarokên bê avakirin û wiha got: “Ji bo Wezareta Mafê Zarokên bê avakirin me teklîf daye. Ev pir girînge. Divê demildest vebe. Nîqaşên darvekirin û xesandinê yên desthilatdariyê ne çareseriye. Ev polîtîkayên rojane ne û rastî bertekan tên. Bi van  polîtîkayan hewl didin hêrsa mirovan kêm bikin. Cezayên heyîn pêk bînin, ev pirsgirêk dê ji holê rabin. Gelo zarok dikarin xwe bigihîn daraz û edaletê? An jî mirovên din. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê xwe ne gihandina edaletê ye. Ev bi darvekirinê nayê çareser kirin. Nîqaşa xesandinê dikin. Gelo bi vê yekê mirov dikare pêştiya tundî, kuştin û tecawizan bigire? Gava we kesek xesand, hûn bawer dikin ku dê ev pirsgirêk wisan çareser bibe? Axaftinên darve kirinê jî di civakê de tenê çanda lînçê pêş dixe.    'DÎSAN DIVÊ WEZARETA JINAN BÊ AVAKIRIN'   Kerestecîglu, da zanîn ku di heman demê de divê Wezareta Jinan bê avakirin û wiha bilêv kir: “HDP’ê ji bo Wezareta Jinan jî bê avakirin daxwaz kir. Lê ji ber ku polîtîkayekê hikûmetê ji bo jinan jî tuneye, vê yekê pişt guh dikin. Jinê weke cîna duyemîn dibînin. Bi pergala nû re Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî bi ya Wezarên Xizmeta Civakî û Xebatê re kirin yek. Vê yekê cardin nîşandan ku tu girîngiyê nadin cînayetên karker û jinan. Yek ji pirsgirên herî mezin ên Tirkiyeyê cînayetên jin û karkerane. Bi vî awayî ne dikarin pêşiya cînayetên jinan bigirin û ne jî cînayetên karkeran bigirin.”    MA / Dîren Yurtsever - Bêrîvan Altan