Axtamara: Dawî li îstîsmarkirin û tundiya li ser zarokan bînin 2018-07-05 16:19:51   WAN – Platforma Jinan a Axtamara li dijî îstîsmar û windabûna zarokan ên di demên dawî de daxuyanî da û got: “Cezayê mîna darvekirin û xesandinê ji bilî ser pirsgirêkê girtin tu tiştek din nîne û ev cezakirin kêrî tiştekî nayê.”    Platforma Jinan a Axtamara ya Wanê ji bo windabûna Leyla Aydemîr a 4 salî û Eylul Yaglikara ya 8 salî hat kuştin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya KESK’ê ya Wanê pêk hat û aktîvîstên TJA’yê rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdar bûn. Berdevka Platformê Parêzer Ekîn Yeter daxuyanî da.    ‘JI HÊRSA CIVAKÊ FÊM BIKIN’    Yeter da zanîn ku pêwîste li dijî îstîsmarkirina zarokan civak rexnedayîna xwe bide û got: “Em wek civakê ji bo îstîsmarkirina zarokan tiştê ji destê me tê, em nakin. Derfetên di destên me de kêm in. Lê çima dewlet hemû derfetên di destên xwe de seferber nake û peywîra xwe bi cih nayne? Ji bo dewlet sûc asteng bike tişta dikeve ser wan nake. Her roj em bi bûyerek îstîsmarkirina zarokan şiyar dibin. Ev tundî, kuştin, îstîsmarkirin û windabûna zarokan hêrsê di nav civakê de peyda kiriye. Divê mirov baş ji vê hêrsa civakê fêm bike. Bila dawî li bê cezabûnê bînin. Cezayê mîna darvekirin û xesandinê ji bilî ser pirsgirêkê girtin tu tiştek din nîne û ev cezakirin kêrî tiştekî nayê.”