Meclîsa Jinan a HDP'ê: Guven bi lezgîn serbest berdin 2018-06-30 11:34:29   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê der barê rewşa Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku duh dadgehê ew serbest berda û piştî îrîtazê disa hat girtin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Divê bi lezgîn Guven bê berdan."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê rewşa Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku duh dadgehê ew serbest berda û piştî îrîtazê disa hat girtin de daxuyanî dan û xwestin Guven bi lezgîn bê berdan. Melîsê di daxuyaniyê de anî ziman ku Guven ji azadiya xwe ya tekakesî bêpar maye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gel ku biryara berdana Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven derket jî Guven hê nehatiye berdan. Leyla Guven Dengê bi milyonan, vîna jinê ye. Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ku ji ber rexne li polîtîkayên şer ên AKP’ê anîbû, hatibû girtin, biryara hate standin ku were berdan. Lê dozger li dij vê derket, li dadgeheke jorttir biryar hate standin ku girtî bimîne. Biryarên dadgehê ji bo her kesî divêtiyek e û divê were bicihanîn’’ û diyar kir Guven bi rengekî kêfî  tê girtin. "    Meclîsê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Leyla Guven dengê jinan, vîna bi milyonan e. Di ser rehîngirtina bêhiqûqî ya Leyla Guven re 6 meh derbas bûn biryara berdanê hate stnadin lê dozgeriya qesrê ev biryar bi bayê beze asteng kir. Ev jî nîşan dide ku hişmendiya azadiya jinê ya ku azadiyê, wêrekiyê û li dijî polîtîkayên şer aştî û azadiyê ava dike li pêş rejîma AKP-Qesrê astengiya herî mezin e."    Meclîsa Jinanê herî dawî destnîşan kir ku Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê, hemû jinane û vîna bi milyonan e û divê bi lez bê berdan.