Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome 2024-09-19 10:00:11   DÎLOK - Malbata Feray Şahîn a Polîsê Tevgera Taybet Fatîh Bûrak Aykûl ew qetil kir, 7 sal in têkoşîna edaletê dide. Bav Bekîr Şahîn, got: “Ji bo ku hin Ferayên din nemirin em ê vê têkoşînê bidomînin.”   Feray Şahîn a 23 salî ku li Zanîngeha Toros a Mêrsînê xwendekara pola dawî ya Avahîsaza Navîn bû, di 19’ê îlona 2017’an de ji aliyê Polîsê Tevgera Taybet Fatîh Bûrak Aykûl (34) ve hate qetilkirin. Malbatê qetilkirina Şahîn a wê demê li Şaredariya Mezîtliyê staj dikir, bi telefona “keça we qeza derbas kir” a ji midûriyeta polîsan hat hîn bûn. Aykûl ê hate binçavkirin îdia kir ku bûyer di encama “henek kirinê” de pêk hatiye.    DOSYA LI DADGEHA BILIND E   Aykûl hate girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ji ber sûcê “kuştina biqestî” bi daxwaza cezayê hefsê yê heta hetayê îdianame hate amadekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê îdianame qebûl kir. Piştî hat îdîakirin ku di pêş rapora otopsiyê ya cenazeyê Şahîn a hat qetilkirin de tu nuve nehatine dîtin, cenaze li ser israra malbat û parêzerên wê di pêvajoya darizandinê de ji bo lêkolînê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.   Di rapora hatiye amadekirin de hate diyarkirin ku Şahîn “bi guleyeke ji dur ve hatiye berdan hatiye kuştin” û di nava neynûkên Şahînê de DNA’ya faîl Aykûl derketî ye. Lê dadgehê di îlona 2018’an de biryara ku dayî de tevî raporê jî ji ber sûcê “kuştina biqisûr” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Aykûl û ji ber “rewşa wî ya baş” cezayê wî daxiste 5 sal û 3 mehan. Aykûl ê salekê girtî ma, di heman danişînê de bi qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.    Malbat û parêzerên Şahînê li dijî biryarê îtîrazî Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Edeneyê kir. Dadgeha Herêmê ya di nava 2 hefteyan de biryara xwe aşkere kir, îtîraza ku malbat û parêzerên Şahînî kiribû qebûl nekir û biryar pejirand. Dosya 6 sal in li Dadgeha Bilind e.    Li aliyê din bi hewldanên malbata Şahîn û parêzerên wê derket holê ku di pêvajoya lêpirsînê de gelek bêhiqûqî derketine holê. Hate zanîn ku piştî dengê çekê ji mala faîl Aykûl hatiye, ji cîranên ku xwestin bên mala wî re derî venekiriye, li cihê bûyerê paqijî kiriye û bi hevalên xwe yên polîs ên din re bi telefonê axivî ye. Derket holê ku di asta lêpirsînê de dozgerê lêpirsînê nehatiye cihê bûyerê jî.    ‘DELÎL JI HOLÊ HATIN RAKIRIN’    Bavê Şahînê, Bekîr Şahîn diyar kir ku têkoşîna xwe ya edaletê didomînin û pêvajoya qewimî vegot. Şahîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feray yekane keça me bû. Miroveke ji her tiştî re hestiyar bû. Beriya ku bûyer çêbibe 2 rojan em li cem hev bûn. Bi şev ji midûriyeta polîsan li me geriyan. Gotin divê bilezgînî em biçin Mêrsînê, dema me sedemê wê pirsî bi serê lêvan gotin ‘keça we qezaya trafîkê derbas kiriye’. Dema em ji Dîlokê heta Mêrsînê çûn me rewş her tim pirsî. Agahiyeke rast û dirûst ne didan me. Herî dawî ji ber ji lêgerîna me aciz bûn, gotin cenazeyê keça me li Edeneyê di morgê de ye.”   Şahîn, bal kişand ku keça wî ji aliyê polîsekî ve hate qetilkirin û anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de bi gelek bêhiqûqiyan re rûbirû mane. Şahîn, destnîşan kir ku yek ji van a herî girîng ew e ku dozgerê lêpirsînê neçûye cihê bûyerê jî û wiha berdewam kir: “Dozger bi telefonê ferman daye polîsên li cihê bûyerê. Dozger vê yekê di cînayeteke ku kujerê wê polîse de dike. Di pêvajoya darizandinê de em hînî vê yekê bûn. Me têkildarî mijarê gilî kirin, me xwest bûyer were lêkolînkirin lê serlêdanên me nehatin qebûlkirin. Kujer, ji ber dizane kîjan delîl girîng in, piştî bûyerê ew paqijkirine. Kujer piştî cînayetê diçe destên xwe dişo. Ji xwe pişt re zêde tiştek nemaye, delîl di vê pêvajoyê de tên reşkirin. Em hîn bûn ku qeydên telefonê yên ku kujer li sazî, hempîşe û malbata xwe geriyaye û piştgirî xwestiye hene. Lê tevî daxwazên me jî naveroka qeydên telefonê ji me re nehate gotin. Piştî bûyerê divê mûayeneya laşê kujer hatibûya kirin û xwîna wî hatibûya lêkolînkirin lê em hîn bûn ku ev nehatine kirin.”   CEZAYEKÎ WEKE XELATΠ   Şahîn, destnîşan kir ku tevî rapora ji aliyê ATK ya Stenbolê hate wergirtin delîleke gelekî girîng bû jî dadgehê ev delîl li ber çavan jî newergirt û anî ziman ku cezayekî weke xelat dan faîl Aykûl. Şahîn, diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de pirsek jî ji kujer nehate pirsîn û wiha got: “Bi kuştina biqestî doz hate vekirin lê ji kuştina biqisûr ceza dan wî. An ku kujer bi awayekî aşkere hate parastin. Pêvajoya darizandinê jî kujerî bi rê ve bir. Ji ber ku hem pêvajoya lêpirsînê hem pêvajoya dadgehê bi vegotina wî berdewam kir. Tevî îfadeyên wî yên binakok jî şandeya dadgehê peyvek jî negot. Mînak tevî ku got di encama qezayê de Feray kuştiye jî nevekirina derî ya ji cîranên wî re rewşeke bigumane û têkildarî vê gotinek jî nehate gotin. Daxwazên me her tim hatin redkirin. Doz bi devî kujer encam girt. Biryara dadgehê me veguhest dadgeha herêmê û dadgeha herêmê bi lez û bez di nava 2 hefteyan de biryar da.”   KUJER HÊJ LI DERVE YE   Şahîn, da zanîn ku weke her sal dê îsal jî saet di 12.30’an de li parka ku ji aliyê Şaredariya Mezîtliyê ve ji bo bîranîna Ferayê navê wê lê hate kirin merasîma bîranînê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî dadgehê ji peywîra xwe hate dûrxistin. Li gorî agahiyên dawî ji bo vegere ser peywîra xwe serî li Wezareta Karên Hundir daye lê nehatiye qebûlkirin. Kujerek hêj dest û lingê xwe dihejîne û digere. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Hewce bike em ê heta Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibin. Em dixwazin kujerekî jinan cezayê xwe bikişîne. Ji bo ku hin Ferayên din nemirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Cînayetên jinan ji ber van cezayên weke xelatan her tim zêde dibin. Li dijî vê yekê hemû beşên bihestiyar vedixwînim ku xwedî li vê dozê derkevin. Bila kujer bên darizandin û edalet demildest pêk were.”   MA / Ceylan Şahînlî