Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê 2018-06-01 09:23:32 TEKIRDAG - Jinên Tekirdagî, bi bîr xistin li bajarê wan ji 7 namzetên AKP'ê yek jê jin e, lê ji yên HDP 3 jê jin in û gotin: "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ev berpirsiyariyeke wijdanî ye."  Endamên Platforma Jinan a Çorlûyê, hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxandin. Endamên platformê diyar kirin ku her diçe bêtir mafên wan tên binpêkirin û ew ê van tiştan bînin berçavan û biçin ser sindoqan.    'ÎKTÎDAR DIXWAZE JINÊ BI MÊR VE GIRÊBIDE'    Endama Platforma Jinan a Çorlûyê Mukaddes Akdenîz, diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bersiva polîtîkayên dijminatiya jinê dikin bidin. Akdenîz bal kişand ser krîza aborî jî û diyar kir ku herî zêde bandorê li jinan dike. Akdenîz, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî herî zêde jin betal mane û got: "Îktîdar dixwaze jinê bi mêr ve girêbie û azadiya wan bin pê bike. Ji bilî polîtîkaya ku jinê hepsî malê bike tu polîtîkayeke wan tune ye."    ‘AKP NAMZETEKE JIN, LÊ HDP 3 NAMZETÊN JIN NÎŞAN DA'    Akdenîz destnîşan kir ku AKP'ê li Tekirdagê ji 7 nazmetan tenê namzeteke jin nîşan daye, lê belê HDP'ê 3 namzetên jin nîşan daye. Akdenîz got: "Namzetên jin, namzetên kedakr in û ev yek min kêfxweş dike. Wisa difikirim ku HDP partiya ji sedî 90'ê vî welatî ye."    'BERPIRSIYARIYEKE WIJDANÎ YE'    Akdenîz, diyar kir ku wek Platforma Jinan a Çorlûyê wan helwesteke wek "em ê deng bidin vê partiyê" nîşan nedaye, lê belê di warê azadiya jinê, aştiyê, keda jinê û cinayetên jinan de sekna HDP sekneke saxlem e. Akdenîz, destnîşan kir ku ji ber HDP azadiya kedê û demokrasiyê diparêze ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.    'GELEK SEDEMÊN JINAN ÊN KU DENGÊ XWE NEDIN AKP'Ê HENE'    Endama platformê Alev Yildirimn, diyar kir ku gelek sedemên wan ên ku ji bo deng nedin AKP'ê hene û got: "Li Tirkiyeyê herî zêde di dema AKP'ê de komkujî çêbûn. Li nav kuçeyan herî zêde em ji aliyê kesên ku "zêde ji me hez dikin" tên kuştin. Em bi tecawizê re rû bi rû dimînin. Ji ber em li nav kuçeyan bertek nîşanî tecawuzê didin, em tên îşkencekirin û binçavkirin. Ez jî di 4'ê Adarê de hatim binçavkirin û îşkencekirin. Li Çorlûyê herî zêde di warê kedê de jin mexdûr dibin. Keda wan tê xwarin. Pêşî em ji fabrîkayan tên derxistin." Yildirim, bilêv kir ku bê şik û guman ew ê dengê xwe bide HDP'ê, lewra tenê HDP dikare li hemberî polîtîkayên paşverû yên li welat derkeve. Yildirim, anî ziman ku hersê namzetên jin ên HDP'ê serrwerê pirsgirêkên herêmê ne û eger ew jin di Meclîsê de çi qasî zêde bin û ew bi awayekî rêxistinî destekê bidin wan, dê li her qadên jiyanê dengê wan bilintir bibe. Yildirim got: "An jê bi tu awayî em ê nikaribin vê faşîzma AKP'ê têk bibin û dê ev faşîzm tim derkeve pêşiya me."